Li dijî Tirkiyeyê ambargoya çekan a Heckler&Koch

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî parlanemtoya Avusturyayê li dijî Tirkiyeyê ambargoya çekan pêka anî, hilberîndarên çekên G-3 yên ku herî zêde artêş bikartîne Heckler&Koch jî biryar dan ku çekan ne firoşin Tirkiyeyê.

Piştî parlamentoya Avusturyayê li dijî Tirkiyeyê ambargoya çekan pêk anî, biryara ambargoyek din jî ji Almanyayê hat. Hilberînkarên çekên G-3 ên ku herî zêde artêşa Tirkiyeyê bikartîne, Heckler&Koch jî biryar dan ku çekan ne firoşin Tirkiyeyê.

DÊ LI KRÎTERÊN DEMOKRATÎK BÊN GERÎN

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Almanyayê de hatine weşandin û nûnerên şîrtekê tên nîşandan, Heckler&Koch, derbasî guhertinên stratejî bûne, dê tenê çekan bifiroşin welatên NATO'yê, welatên ku têkiliya wan bi NATO'yê re hene û welatên ku nelirêtî lê tune ne.

TIRKIYE DI LÎSTEYA ZER DE YE

Şîrketa bin av û deng a cîhanê a hilberîna çekan Heckler&Koch, welatên ku dê çek bifiroşe wan li gorî krîterên deokrasî û nelirêtiyan bi beşkirine û kirine "lîsteya kesek". Hat ragihandin ku ji ber Erebîstana Suudî, Meksîko, Brezîlya û Hîndîstan li derveyî vê lîsteyê mane dê pêşerojê de çekan ne firoşin van welatan. Şîrketê da zanîn ku di vê çarçoveyê de Tirkiye girtina lîsteya zer û diyar kirin ku ew naxwazin di pêjerojê de çekan bifiroşin Enqereyê.

SPARÎŞ DÊ BÊN TESLÎM KIRIN

Hat diyarkirin ku ji ber Heckler&Koch nikarin destûra hikûmeta Alman bigirin nikarin çekan bifiroşin welatên Erebîstana Suudî û Tirkiyeyê û ji ber vê guhertinên stratejîk pêkanîne. Lê di çarçoveya lihevkirinên berê de firotinên ku hatine kirin dê sparîşên wan bên şandin.

DÊ LI SICÎLA MAFÊ MIROVAN BÊ NÊRÎN

Li Almanyayê gele qanûnên ku hilberîna çekan sererast dike hene. Sêyemîn madeya belgeyên Hêmanên Qanûna Bingehîn û Kontrola Çekên Şer, her wiha ji bo Hikûmeta Federal Hilberîna Çekên Şer a 19'ê Çileya 2000 wihaye: "Hilberîna çekên şer û amûrên din ên leşkerî, ger şupeya dê li dijî mafê mirovan û ji bo zextan bê bikaranîn bê dîtin, dê neyên pejirandin. Ji ber wê rewşa mafê mirovan a welatên ku çekan dikin dê rolek mezin bilîze."

Lê Almanyayê ji ber firotina çekan a ji bo Tirkiyeya ku çekan dide DAIŞ'ê û bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye berdewam kiriye û qanûna bingehîn û qanûnên din binpêkiriye di rojeva welatan de ye.

KIRYARÊN ÇEKAN ÊN ALMANYAYÊ

Almanya di mehên destpêkê yên vê salê de bûhayê 76.4 milyon Euro çek firotin Tirkiyeyê. di sireya welatên ku ji Almanyayê çekan digire ku 25 bû derket 8'an. Beşek mezin a ji Tirkiyeyê re hatine îhrackirin, parçeyên balefirên şer û keşfê, motorên balefiran û balefirên bê mirov cih digire.

29.11.2016 - 11:32:27