NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 57'an de berdewam dike. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li avahiyên DBP'ê yên Amed û Îzmirê bi dewirgirtina komên nû didodeme. Li Stenbolê jî komek din li çalakgeran zêde bû.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û dorpêça gundan rabe û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin dabûn destpêkirin berdewam dike. Li derve jî malbatên ji bo piştgiriyê dest bi çalakiyê kiribûn bi komên nû berdewam dikin. Li girtîgeha Şakranê çalakî di roja 57’emîn de berdewam dike. Li derve jî ji bo piştevaniya bi çakakiya girtiyan re li avahiyên DBP’ê didome. Çalakiyên ku li Îzmir û Amedê hatibû destpêkirin dewrî komên 2'emîn kirin. Li Stenbolê jî komek nû dest bi çalakiyê kir.
Çalakiya li salona Vedat Aydin a DBP'ê ya Amedê bi silogana “Girtî rûmeta me ne” ji aliyê koma duyem ve hat dewrgirtin. Koma duyemîn ku ji 20 nûnerên DBP, HDP, TJA û KCD, pêk tê çalakî ji koma yekemîn a xizmên girtiyan dewir girtin. Di nava koma duyemîn de Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr û malbatên girtiyan jî hene.
ÇALAKÎ HEMÛ KESAN ELEQEDER DIKE
Beriya dewirgirtinê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca ku 2 rojin di grevê de bû, anî ziman ku ew careke din di rojên dîrokî re derbas dibin û piştî 14’ê Tîrmehê careke din berxwedana ku 57 rojin didome derketiye holê. Uca, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan hemû kesî eleqeder dikin û xwest her kes li hemberî van daxwazan hestiyar tev bigerin.
Nûnerê Komeleya 78’an Aziz Çelik jî anî ziman ku daxwazên girtiyan daxwazên mirovane ne û xwest her kes guh bide daxwazên girtiyan û gavan bavêjin.
DÊ LI 3 HERÊMÊN STENBOLÊ ÇALAKÎ BIDOME
Li Stenbolê jî çalakiya ku duh li avahiya HDP'ê ya Bahçelievler dest pê kiribû didome. Li Stenbolê dê li 3 herêman berdewam bike. Çalakî dê li ser navê herêma 2’yemîn li avahiya HDP'ê ya Esenlerê berdewam bike.
EM JI PIŞTGIRIYÊ LI VIRIN
Xwişka girtî Mustafa Yilmaz ê 22 salî girtî ye, Cemile Çiftçî jî anî ziman ku ew ji bo hemû girtiyên ku ketine greva birçîbûnê ketiye grevê û wiha got:"Daxwaza me jî azadiya Ocalan e.
Xwişka Ahmet Akgul ê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekirdagê Kumru Akgul (50) jî anî ziman ku her çend birayê wê ji ber nexweşiya xwe ne di çalakiyê de be jî ew ji bo hemû girtiyan di çalakiyê de ye û daxwazên wan û girtiyan yek e.
LI ÎZMÎRÊ KOMA DUYEMÎN ÇALAKÎ DEWIR GIRT
Malbatên ku li avahiya DBP'ê ya Îzmirê 6 roj berê dest bi çalakiya grevê kiribûn jî piştî roja duyemîn çalakî dewri koma nû kirin. Koma ku ji Ekolojist Ertugrul Barka, Keça Rewşenbirê kurd Musa Anter Rahşan Anter, rêveberen DBP'ê yên navçeya Karşıyaka pêk dihat çalakî dewir girtin. Ekolojist Ertuğrul Barka, anî ziman ku mafên mirovan ên li girtîgehan di nava çar dîwaran de hatiye asêkirin û wiha got: Jiyan didome û divê jiyan bidome. Divê teqes tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin. Divê teqez daxwazên girtiyan pêk bên. Îro grev li Şakranê di roja 57’an de berdewam dike û ketiye asta krîtîk. Ger ku daxwazên wan neyên bersivandin ne çalakger dê mirovahî zerar bibîne. Ji ber vê yekê divê daxwazên wan bên bersivandin.
Keça Musa Anter Rahşan Anter jî anî ziman ku zilma li girtîgehan berdewam dike û xwest daxwazên girtiyan pêk bê.
EDENE
ÎHD: BILA HER KES RABIN SER PIYAN
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê jî, bi heman armancê li avahiya komeleya xwe daxuyanî dan. Di çalakiyê de xizmên girtiyan, rêveberên HDP, HDK, Malên Gel, DAD, SES û gelek kesên din amade bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDê ya Edeneyê Nejat Okay, anî ziman ku girtî ji hemû mafê xwe yê herî xwezayî bê par hatine hiştin û wiha got: “ATK ne serbixwe ye. Divê bi lezgîn zext û binpêkirina mafan bi dawî bibe."
Okay, anî ziman ku li gori daneyên fermî yên Wezareta Dadê di 8 salan de 2 hezar û 300 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û wiah got: "Li gorî daneyên Wezareta Dadê, Li Tirkiye 290 girtîgehên girtî, 60 girtîgehên mustakil, 5 girîgehên jinan ên girtî, girtîgehek jinan a vekirî, 3 girtîgehên zarokan bi giştî 361 girtîgeh hene. Piştî OHAL'ê şert û mercên girtîgehan pir xerab bûne. Li odeya 3 kes bibîne 6 girtî dimînin. Kawîşên 14 kesan 28 kes dimînin. Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Dadê di 8 salên dawî de 2 hezar û 300 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji det dane.
Okay, herî dawî da zanîn ku li 19 girtîgehên cuda bi giştî 173 girtî di çalakiya grevê dene û xwest demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin.