DERSİM - Hevseroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu ku hat binçavkirin û serbest hat berdan, li ser îtiraza dozger, dîsa der barê Otlu û 9 kesên din de biryara girtinê hat dayîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindest (ESP) Çîçek Otlu, di 4'ê Nîsanê de li Stenbolê hat binçavkirin û anîn Dersimê û saet di 03.00’ê serê sibeha 11'ê Nîsanê de hat berdan. Otlu, ku bi şertê kontrola edlî hat berdan, diyar kir ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye. Otlu, pitî hat berdan, dîsa der barê Otlu û 9 kesên din de îtiraz hat kirin û biryara girtina wan hat dayîn.
Otlu, di 15'ê Îlona 2016'an de beşdarî merasima cenazeyê endama MLKP'ê Berfu Dilan Canbay ku li gundê Kozluca ya Ovacik a Dersimê pêk hat bûbû û der barê wê de bi îdîaya “alikariya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Dêkildarî bûyerê 7 kes hatibûn girtin.