Êrîşî HDP'a Denîzliyê kirin û pere dizîn

DENÎZLÎ - 3 kesên nasnameya wan nehat zanîn êrîşî avahiya HDP'ê ya Denîzliyê kirin. Êrîşkaran li hundirê avahiya HDP'ê nivîsên “Xwedê tirkan star bike", "Em hatin hûn tune bûn" û nivîsên zayendîperest hatin nivîsandin. Êrîşkaran 2 bilgisayarên notebook û 300 TL pere dizîn.

3 kesên nasnameya wan nehat zanîn şevê din êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Denîzliyê kirin. Êrîşkaran deriyê avahiyê şikadin û ketin hundir. Êrîşkaran li hundirê avahiya HDP'ê nivîsên “Xwedê tirkan star bike", "Em hatin hûn tune bûn" û nivîsên zayendîperest hatin nivîsandin. Êrîşkaran 2 bilgisayarên notebook û 300 TL pere dizîn.

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ 'NA'YÊ YE'

Hevserokê HDP'ê yê Denizliyê Yunus Ozdemîr, diyar kir ku piştî nivro midûriyat polîsan li wan geriya ye û ew agahdar kirine. Ozdemîr, anî ziman ku 3 kes ketine avahiyê û zerar dane avahiyê û wiha got: "Hêj nasnameya wan nehatiye zelalkirin. Armanca êrîşa li dijî HDP’ê li dijî "Na" ye ye.