Kartpostalên Fîgenê jî qedexe kirin

AYDIN – Midûriyeta Polîsan a Aydinê kartpostalên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, qedexe kir.

Piştî posterên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatin qedexekirin niha kartpostalên Yuksekdag ji qedexe dikin. Rêxistina HDP'ê ji bo li welatiyan û hilbijêrên xwe belav bike kartpostalên Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selehattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag çap kiribû. Midûriyeta Polîsan a Aydinê kartpostalên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, qedexe kir û destûr neda kartpostalan li welatiyan belav bikin. Miduriyeta polîsan di daxuyaniyê de wiha got: "Biryara 2'emîn Dadgeriya Sulh Ceza ya Mêrsînê esas hatiye girtin. Li gorî biryarê divê kartpostal neyên belav kirin. Ger kartpostal bên belavkirin û bên daliqandin jî wê ji bo kesên ku ev kar kirine jî ceza bê dayîn."