WAN - Hevseroka KCD’ê Leyl Guven diyar kir ku heke daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin dê bertekên ku hikumet nikaribe pêşî lê bigire derkevin holê û wiha got: “Em li vir desthilatdariyê hişyar dikin. Heke mirinek pêk bê dê kes nikaribe di binê vê rewşê de rabe.”
Dîlên azadiyê yên li girtîgehan bi daxwaza “Bila tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakrin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin” greva birçîbûnê dan destpêkirin, çalakiya girtiyan di roja 57’an de berdewam dike. Malbatên li Wanê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya dîlên azadiyê ketine greva birçîbûnê, ji hêla Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, wekîlên HDP’ê Nadir Yildirim, Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP û DBP’ê ve hatin ziyaretkirin.
Greva di avahiya DBP’ê ya Wanê de hatiye destpêkirin û di roja duyemîn de ye, banga berxwedanê hat kirin. Guven di serdanê de axivî û diyar kir ku çalakiyên piştgiriyê li bajarên welat berdewam dikin û ev tişt got: “Dibe hêj ji berxwedana kurdan, ji berxwedana li girtîgehan agahiya wan tune be. Bila AKP, desthilatdarî û wezîrên dewletê li dîroka berxwedanê ya li girtîgehan mêze bikin. Kemal Pîr, Mazlum Doganan li girtîgehan li ber xwe dan û bi vê berxwedanê bi ser ketin.”
'DÊ KES NIKARIBE VÊ BERPIRSYARIYÊ RAKE’
Guven destnîşan kir ku divê demil dest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û wiha pê de çû: “Dê gelê kurd mirinên li girtîgehan qebûl neke. Dê rastî bertekeke ku kes nikare pêşî lê bigire bên. Em li vir desthilatdariyê hişyar dikin. Divê ji vê nêzikatiya xwe vegerin. Bila mirinan nekin amûra polîtîkaya referandûmê.”
'DIVÊ LI HER DERÊ BERXWEDAN BÊ MEZIN KIRIN’
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Nadir Yildirim jî piştrast kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê çareya dawî ye û vê yekê jî rewşa mirovî derbas kiriye û wiha axivî: “Em bi xwe jî li derve bi polîtîkayên faşîzan ên AKP’ê re rû bi rû dimînin. Heke li derve ev qas faşîzma wan kûr be, wê demê li girtîgehan hêj zêdetir tê hîskirin. Em ê li dijî vê faşîzmê li her qadê berxwedanê mezin bikin.”
Yildirim di dewama axaftina xwe de got ku “Sekna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wateya jiyanê ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû kumkujî, qetilkirin, girtin û pêkanînên faşîzan piştî tecrîda li Îmraliyê hat kûrkirin dest pê kir. Ji bo wê jî daxwazên girtiyan rawestandina mirinan e. Heke em wek kesên li derve me tecrîn, mirin û êrîş bida rawestandin, dê ev bar neketa ser milê girtiyan.” Yildirim banga piştgiriyê jî kir û got ku divê piştgriyê bidin berxwedana li girtîgehan û wiha axivî: “Ev faşîzm û tecrîda li Îmraliyê berdewam dike tenê em dikarin bi piştgiriyê bişkînin.”