ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, têkildarî geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Baydemîr, bang li hikûmetê kir û diyar kir ku ger daxwazên girtiyan nebersivîne berpirsiyarên neyînî hikûmet e. Baydemîr têkildarî helwesta Erdogan a li hemberî kurdan jî bi van gotinan rexne kir: " Em bang li gelê kurd dikin ku biçin ser sindoqan û dengê xwi bilind bikin. Bila dengê "Na" bibe guharê demokrasiyê û têve guhê wan."
Berdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, têkildarî geşedanên dawî li navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Baydemir, ewil bal kşand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 57'an de berdewam dike û şertên OHAL'ê. Baydemîr, anî ziman ku piştî rejîma OHAL'e hat îlankirin Tirkiye hat rewşa ku girtî têkevin çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: "Em di nava rejîmekê de dijîn ne li derve û ne jî li hundir ewlehiya canê kesî tune ye. Binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj duqat girantir dibin. Girtî rastî lêdan, îşkence, muameleyên xerab tên. Rastî lêgerînên tazî, û pêkanînên keyfî tên. Hemû mafê wan ji destê wan hatiye girtin û yên mafên xwe dixwazin jî rastî cezayên dîsîplînê û îşkenceyê hatine. Ji bilî zimanê tirkî hemû ziman li wan hatine qedexekirin.
DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN MIROVÎ NE
Bayemîr anî ziman ku heta 11'ê Nîsanê li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike û wiha got: "Di serî de li Girtîgehên Tîpa T-2 û T-3 yên Şakranê çalakiyên greve di roja 57’an de berdewam dike. Em daxwazên girtiyan carek din bi bîr dixin. Daxawzên girtiyan daxwazên mirovî ne. Girtiyan ji ber muameleyên dijmirovî û pêkanînên OHAL’ê û dîsa ji bo tecrîda li ser girtî û girtîgehan bi dawî bibe dest bi çalakiyê kirine. Dîsa ji bo operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Girtî ji bo van daxwazan bêtir rastî zextên fîzîki û derûnî tên.
GER GEŞEDANÊN NEYÎNÎ PÊK BÊN HIKÛMET BERPIRSIYAR E
Baydemîr, da zanîn ku daxwazên girtiyan mirovî ne û xwest hikûmet bersîv bide daxwazên girtiyan. Baydemîr da zanîn ku sedema pevçûnê ya bingehîn tecrîd e û daxwazên girtiyan daxwazên herî rewa û mirovî ne û wiha got: "Daxwaza girtiyan daxwaza diyalog û çareseriyê ye. Girtî dixwazin daxwazên wan tevan ji nuve bidin wan. Ger ku îktîdar daxwazên girtiyan nebersivîne, berpirsiyarên geşedanên neyînî hikûmet e. Jiyana mirovan ji referandumê girîngtir e. Divê hikûmet gavan bavêje.
'REFERANDÛMA DI OHAL'Ê DE NE REWA YE'
Baydemîr, da zanîn ku di şertên OHAL'ê de diçin referandumê û wiha got: “Ger hûn bipirsin di şertên OHAL'ê de çûyina referandumê tê çi wateyê, binçavkirina perpirsiyarê sindoqê ku lîsde dibe lijneyê. Qedexeya mîtîngan a hefteyek berî referandumê ye. Binçavkirina komîteya mîtingê ye. Desteserkirina otobusa mîtingê ye. Piştî mîtîngê binçavkirina kesan e. Binçavkirina wekîlan e. Qedexeya stranên hilbijartinê û qedexeya afîş û posteran e. Baydemîr, anî ziman ku di xebatên referandumê de 1718 hevalên wan hatin binçavkirin û 398 hevalên wan hatin girtin û wiha berrdewam kir: "Li gorî bîlançoya HDP û HDP'ê; em rastî 11 êrîşan hatin. 5 hevalên me birîndar bûn. Li 22 cihan materyalên me yên hilbijartinê hatin astengkirin. Hemû eniya ku "Na" dimeşîne rastî 103 êrîşan hatin. 59 qedexe hatin û rastî astengiyan hatin. Ji bilî me 284 kes hatin binçavkirin û 22 kes hatin girtin. 23 kes birîndar bûn. Kesekî jiyana xwe ji dest da. Em di rewşek wisa de diçin hilbijartinê. Di sibeha 17'ê Nîsanê de mijara yekem bê niqaşkirin dê krîza rewatiyavê paketê be.
Baydemîr helwesta Serokomar Erdogan a li hemberî denge kurdan jî bertekên xwe anî ziman û xwest hemû kurd biçin ser sindoqan û li ser sindoqan bersîva pêwist bidin.
'DÊ DI 16'Ê NÎSANÊ DE NEXŞEYA SIYASÎ YA TIRKIYE DIYAR BIBE'
Baydemîr pirsên rojnamegeran jî bersivand û da zanîn ku dê di 16'ê Nîsanê de nexyeya siyasî ya Tirkiye diyar bibe.