ÊLIH - Gundiyên Şemzê diyar kirn ku li li şehîtgeha Mava û der û dora gundê Şemsê yê Kerçewsê bi awayekî dizî kamera hatine bicihkirin û gundî bi kamerayê tên şopandin.
Welatiyên gundê Şemsê yên navçeya Kercewsê ya Êlihê diyar kirin ku leşkeran bi awayekî veşarî kamera li der û dora gundê wan bi cih kirine. Welatiyan diyar kirin ku li Goristana Şehîtgeha Mava ku gorên PKK'îyan lêye û der dora gund bi awayekî veşarî kamera hatine bicih kirin. Welatiyê gundê Şemzê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku leşkeran deriyê hesin ên şehîtgehê li maşînê bar kirine birine û li derdora gund û şehîtgehê kamera bi cih kirine.