XERPÊT - Gerînendeyê Weşanê ya Radyoya Munzurê Mehmet Çagri ku li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtiye binpêkirinên mafên mirovan nivîsand.
Rojnameger û Gerînendeyê Weşanê yê Radyo Munzur Mehmet Çagri ku di meha Adarê de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê binpêkirinên mafên mirovan ên girtîgehê nivisand. Çagri, nameyek şand û bal kişand ser binpêkirnên mafên mirovan ên li girtîgehê. Li vir binpêkirina mafan heye. Lê ger ku ez wan binivîsim nameyamin bigêje we yan na ez nizanim. Di nava rojê de çend saetan av tune. Kawîş het ber derî tije ne. Ragihandina bi rêveberiyê re qet tune ye. Tu daxwazên girtiyan pêk nayên. Ez 3 rojan çûm rewîrê û hatim lê hêj îlac nehatiye. Dema malat tiştekî dişînin divê nû be. Pêlava ku mehekê min xistipû pê nedan min. Qadên pevpar tune ye. Ziyaret pir zor û zahmet in. Hemû pêkanînên li Girtîgehên din hene li Xerpêtê jî hene."