MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê li taxên Akarsu, Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Korukoy, Yavrukoy ên Nisêbînê "qedexeya derketina derve" îlan kir.
Li xatên Akarsu, Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Korukoy, Yavrukoy ên navçeya Nisêbîna Mêrdînê îro saeta di 08.00'an de heta fermanek duyemîn "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
Di daxuyasinya ku di sîteya walîtiya Mêrdînê de hat weşandin de ev tişt hatin gotin: "Ji po parastina can û malê hemwelatiyên me, ji bo endamên rêxistina terorê bêbandır bên hiştin, ji bo depo, stargeh, warên ku endamên rêxistinê li herêmê bikartînin bên xirakirin, bi armanca ku em kesên lêgerîna wan hene li taxan bigirîn; li gorî madeya 5442 a qanûna îdareya bajar; di 29'ê Mijdara 2016'an roja Sêşemê saet di 08:002'an de li taxên Akarsu, Buyukkardeş, Kuçukkardeş, Korukoy, Yavrukoy ên Nisêbînê û li hinek bejahiyan heta fermanek duyemîn qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Ji bo parastina can û malê xwe di vê hemwelatiyên me li gorî vê qedexeyê tevbigerin."