Li Mêrsînê 2 jin hatin girtin

MÊRSÎN - Li Mêrsînê, di 5'ê Nîsanê de 16 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 14 jê hatin berdan, 2 jin jî bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin.

Li Mêrsînê, di serdegirtinên malan ên 5'ê Nîsanê de endamên Komeleya Pîr Sûltanê, Partîzanê û xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan her 16 kes sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Li dozgeriyê 7 kes bi tawanbariya "Endamtiya rêxistin" û 9 kes jî bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê hatin kirin. Heyeta dadgehê Mert Unler û Ekin Baran berda, Volkan Baran, Abdulkadir Saraçoglu, Tevfik Vehbi Koçhan, Ozgur Baykara, Esra Guzel Ersoy, Medine Cansu, Yelda Ozturk, Deniz Akbiyik, Duygu Ergen, Gulşen Kaya, Nazli Mensurogullari û Ozlem Uslu jî bi şertê venêrîna edlî serbest berda.

Her wiha heyeta dadgehê der barê Duygu Canitez û Hasret Mesnure Vurucu jî bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê da.