MELETÎ - Li Meletiyê, du kes bi keviran êrîşî wesayîta HDP'ê ya hilbijartinê kir.
Li Taxa Yeşîltepe ya Meletiyê, dema rêveberên HDP'a Bajêr xebatên referandûmê bi rê ve dibirin, wesayîta wan rastî êrîşê hat. Di dema xebatên "Na"yê de, du kesan bi keviran êrîşî wesayîta HDP'ê kir û di encama êrîşê de cama wesayîtê şikiya. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.