ÊLIH - Hevserokê SES'ê yê Êlihê Mustafa Yurtsever ku bi hevjîna xwe re bi biryarnameya KHK'ê hatine îxracatkirin diyar kir ku ji ber wan guh nedaye îktîradê hatine cezakirin û wiha got: "Em ê bihêztir bizivirin ji ber ku em mafdarin."
Hevserokê Sendîkaya Kendarên Tendirûstiyê (SES) yê Êlihê Mustafa Yurtsever ku bi hevjîna xwe re bi biryarnameya KHK'ê hatine îxracatkirin da zanîn ku îxraç li dijî qanûnê ne, ji ber ku wan wekî xebatkarên dewlet û îktîdarê kar nekirine û aştî xwestine ji kar hatine îxraçkirin.
Yurtsever, bi hevjîna xwe û 5 endamên SES'ê re ji peywirê hatibû durxistin.
'JI BER KU ME AŞTÎ XWAST EM HATIN ÎXRACKIRIN'
Yurtsever, diyar kir ku bêyî ku ji wan re teblîkatekê bişînin ji kar hatine durxistin û wiha got: "Me wekî SES'ê ji bo tendirûstî bi zimanê dayîkê be û bê pare bê dayîn têkoşînek meşand. Ji ner şert û mercên şer ên welatê me, me got cihê şer lê hebe dê tendirûstî lê tune be. Di 21'ê Kanûnê de bi pêşengiya KESK'ê me bi şîara 'Ji şer re na aştî niha' rojekê dest ji kar berda. Ji ber me aştî xwest û me rêxistinbûyînên xwe yên sendîkayê pêkanîn em hatin îxrackirin."
'JI BER ME GUH NEDA ÎKTÎDARÊ EM HETIN CEZAKIRIN'
Yurtsever, bi lêv kir ku wekî SES'ê ew ê têkoşîna xw e ya li dijî zextan bidomînin û wiha pêde çû: "Îxrac li tevahiya Tirkiyeyê hatin jiyîn. Pergalê xwest ku em bibin memurên dewletê. Me guh neda pergal û îktîdarê, em ne bûn memurê dewletê û me got em kedkarên civakê ne. ji ber wê faşîzma AKP'ê em ceza kirin."
'DI ALIYÊN HIQÛQÎ DE ME ÎTÎRAZÊN XWE KIRIN'
Yurtsever, destnîşan kir ku li dijî vê bêmafiyê ew ê hemû riyên hiqûqê bikar bînin û wiha axvî: "Beriya niha me çawa êrîşên din paşde vegerandin, em li dijî van êrîşan jî xwedî vîn û hêzê ne. Çewa ku hevalên me yên di vegerandin ser karên xwe em ê jî bi awayekî bihêztir vegerin ser karê xwe. Ji ber ku em mafdarin. Me di aliyê hiqûqî de hemû îtîrazên xwe kirin. Li dijî van pêkanînên bêmaf, navenda me ya giştî komîsyonek ava kiriye û em ê vê hefteyê dosyayên xwe yên dozê ji komîsyonê re bişînin. Em ê DMME'yê jî mafê xwe yê hiqûqî biparêzin."