MÊRSÎN - Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez bang li parastina sindoqan kir û wiha got: "Ji bo em di 17'ê Nîsanê de çavên xwe li rojeke bixêr vekin divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li pêşeroja xwe derkeve."
Ji referandûmê re 3 roj man. Her ku referandûm nêzîk dibe, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî xebatên xwe yên ji bo ewlehiya sindoqan dilezîne û tevdîran digire. Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mîrze Mehmet Soylemez, anî ziman ku ew li Mêrsînê ji bo ewlehiya sindoqan xebateke awarte bi rê ve dibin û got, ew derî bi derî kampanyaya "Na"yê bi rê ve dibin û ji bo xwedîderketina li sindoqan wan tevdîr girtine.
‘PEYWIRA 67 PEYWIRDARÊN ME YÊN SINDOQAN HAT BETALKIRIN'
Soylemez, dest nîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: "Ji vana ya herî girîng ew bû ku, me ji bo serokatiya sindoqan serî li lijneyên hilbijartinê yên navçeyan dan. Lê belê li 4 navçeyan serlêdanên hevalên me hatin betalkirin. Li navçeya Yenîşehîrê serokatiya 35, li Mezîtliyê 10, li Toroslarê 15 û li Akdenîzê jî serokatiya 7 hevalên me hat betalkirin." Soylemez, anî ziman ku lijneyên hilbijartinê yên navçeyan der barê betalkirinan de daxuyaniyeke şênber nedane û got, bi hinceta "ne girambar in" peywirdarya wan hatiye betalkirin. Soylemez, dest nîşan kir ku hinceta hatiye nîşandan, ne rast û adil e û wiha domand: "Ji ber îktîdar nikare rê li ber 'Na'yê bigire, serî li hin lîstikan dide. Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan jî berbayî vê dikevin. Di îtiraza betalkirina peywirdarên me de neheqiyek tê kirin û em vê neheqiyê dibînin."
‘BILA GELÊ ME JI SER SINDOQAN NEÇE'
Soylemez, diyar kir ku ew ê ji bo serokatiyên sindoqan ên hatine betalkirin hin kesên din wezîfedar bikin. Soylemez, da zanîn ku dê li bajêr bi giştî 2 hezar û 256 sindoq bên danîn û wan 2 hezar û 384 kes peywirdar kirine. Soylemez, anî ziman ku li gel vana ji bo ewlehiya sindoqan xebatên wan ên ji bo muşahidan jî didimin û got, wan li her navçeyê jî du parêzer peywirdar kirine. Soylemez wiha axivî: "Ji bilî vê me ji bo muşahidên xwe jî xebatên agahdarkirinê dane destpêkirin û dê ev xebatên me heta roja hilbijartinê jî bidomînin."
Soylemez, bang kir ku divê li Mêrsînê gel piştî dengdayînê ji dibistanan veneqete, xwedî li sindoqên xwe derkeve û wiha got: "Ji bo em di 17'ê Nîsanê de çavên xwe li rojeke bixêr û bêr vekin, divê her kes biçe ser sindoqan û xwedî li pêşeroja xwe derkeve."