Ji Erdogan re 'Na'

SEMSÛR - Elewî û sûnnîyên li Bûlamê diyar kirin ku, ew ê ji Serokomar Erdogan ê tenê şer dixwaze re bibêjin "Na" û wiha gotin: "Ji Xwedê bitirsin Xwedê, gel guneh e."

Li bajaroka Bûlamê ya Semsûrê, kurdên elewî û sunnî diyar kirin ku ew ê di referandûmê de, ji bo aştî û biratiyê bibêjin "Na". Ji extiyarên bajarokê Zeliha Tunç a 73 salî li dijî pergala serokdewletiyê bertek nîşan da û wiha axivî: "Hûn çi dikin, hûn dixwazin çi bikin? Ji Xwedê bitirsin Xwedê, ev gel guneh e. Em wek gelê Bûlamê dibêjin 'Na'." Kadime Sel (45) jî diyar kir ku, li herêmê gelê elewî û sunnî wek xwişk-bira dijîn û got, bi referandûmê dixwazin berberiyê têxin nava civakê. Sel wiha axivî: "Em naxwazin şer çêbibe. Bila mirov hevdu neêşînin. Ji bo li vê xaka ciwanên her du aliyan jî nemirin, em dixwazin aştî çêbibe. Ji bo êdî ciwan nemirin û xwîn neherike, ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Em yek ala, yek neteweyê naxwazin. Em dibêjin 'Na'."

JI BO ÊDÎ KEMAL KURTKUT NEMIRIN

Şeriban Tunç (48) balê kişand ser kuştina Kemal Kurkurt ê di Newroza Amedê de ji aliyê polîsan hat kuştin û pêkanînên li Cizîr, Sûr û Silopiyayê û wiha sedema xwe ya "Na"yê vegot: "Em ê ji bo aştî, biratî û azadiyê bibêjin 'Na'. Belaheq û belasebeb Cizîr, Sûr û Silopiyayê bombebaran kirin. Em ê ji bo wan ciwanên me yên hatin şewitandin û qetilkirin bibêjin 'Na'." Welatiya bi navê Rabia Uzun (80) jî wiha got: "Ma ji bo çi em ê nebêjin 'na'. Em hemû mirovên vê xakê ne. Bila aştî çêbibe. Em dayik heta ku van zarokan tînin vî temenî, em gelek zehmetiyan dikêşin. Bila ciwanên me nemirin. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."

‘JI WÎ RE HER TIM 'NA''

Fadime Çalgan (43) ji bo Serokomar Erdogan wiha got: "Bi qedrê Xwedê kî heta niha ji bo me çi kiriye ku em serokdewletiyê re bibêjin 'Erê'. Heta niha tu tiştekî baş nekiriye ku em jê re bibêjin 'Erê'. Heta niha ji bilî şer tiştek nekiriye. Ji ber vê em dibêjin 'Na'. Li zindanan tehdeyê li ciwanên me dikin. Ji ber vê em dibêjin 'Na'."

‘EM XWEDÎ LI WELATÊ XWE DERKEVIN'

Nurettin Çalgan (30) jî diyar kir ku, ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha, pirgirêka welat ya herî girîng pirsgirêka kurd e û wiha got: "Li vî welatî elewî, ermenî û kurd rastî gelek pirsgirêkan tên. Ji dema avakirina Komarê heta niha ji bo pirsgirêka kurd tu gav nehatine avêtin. Her roj ciwanên me dimirin. Gerîlla jî, leşker jî mirovên me ne. Êdî bes e. Divê rewşenbîr, demokrat û her kes ji bo rawestandina vê xwînê bibêje 'Na'. Dê dawiya vî welatî bînin. Ji bo em xwedî li welatê xwe derkevin divê gelê me di 16'ê Nîsanê de bibêje 'Na'."