Sultan Aksoy a 80 salî ya ket greva birçîbûnê: Bêdeng 'Na'be

AMED - Li girtîgehan 58 roj in greva birçîbûnê ya bê dem û bedorveger didome. Li Amedê jî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, çalakiya grevê didome. Ji çalakgerên greva birçîbûnê Sultan Aksoy a 80 salî got: "Min nikaribû li malê rûnêm. Em ne bêçare ne. Mirin jî hebe, emê li ber xwe bidin. Em ê bi ser kevin."

Li girtîgehan 58 roj in ku greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger didome. Li Amedê jî ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, gelek kes dest bi grevê kirin. Di roja 4'emîn a greva birçîbûnê ya li Amedê de yek ji çalakgeran jî Sultan Aksoy a 80 salî ye. Aksoy a ku di koma duyemîn a grevê de cih digire, li gel temenê xwe yê zêde û nexweşînên xwe jî tevlî grevê bû.

Aksoy a ku der barê biryara xwe ya ketina greva birçîbûnê axivî, anî ziman ku dema wê di televîzyonê de dîtiye ku dê ji bo girtiyan greva birçîbûnê bê destpêkirin, bêyî ku guh bide kesî ew jî ketiye grevê. Aksoy, da zanîn ku der û cîran jê re gotine "Zor e, tu nexweş î, nikarî bikî", lê wê li kurê xwe geriyaye û gotiye "Kurê min ez ê ji bo girtiyan têkevim greva birçîbûnê" û bi heycaneke mezin berê xwe daye qada greva birçîbûnê. Aksoy a ku dibêje "Em ne bêçare ne. Heke tê de mirin jî hebe, divê em li ber xwe bidin. Em ê bi ser kevin" hêvî û hêzê dide yên li derdora xwe. Aksoy a ku di dest wê de qurnefîleke sor heye û çalakvana herî extiyar e, enrjiyê li enerjiya çalakvanan zêde dike.

EV NE GREVA WÊ YA EWILÎN E

Aksoy, bi bîr xist ku ew berê jî ketiye grevên birçîbûnê û got, ew 3 caran ketiye grevê, di sala 1995'an de li Amedê ji bo başkirina şert û mercên li girtîgehan ew 13 rojan di grevê de maye. Her çi qas wê demê ji ber ketiye greva birçîbûnê gef lê hatibin xwarin û hatibe binçavkirin jî, Aksoy tu carê bi paş ve gav neavêtiye. Aksoy, anî ziman ku wê heta niha gelek êş dîtine, lê belê tu carî wê dev ji liberxwedayînê bernedaye. Aksoy, da zanîn ku ew li Qosera Mêrdînê gelek caran rastî çewisandin û gefxwarinên polîs û leşkeran hatiye û got, ew neçar mane ku di sala 1994'an de koçî Amedê bikin. Aksoy, bi bîr xist ku di sala 1994'an de kurê wê Mehmet Zeki Aksoy ê rojname belav dikirin û piştî wî bi salekê jî hevjînê wê Mehmet Şerif Aksoy hatiye kuştin. Her wiha Aksoy, diyar kir ku ew û kurên xwe Mehmet Şah û Mahsun Aksoy tevde hatine girtin û piştî çend mehan ew hatiye tehliyekirin.

‘MIN NIKARIBÛ LI MALÊ RÛNÊ'

Aksoy wiha domand: "Min nikaribû li malê rûnê. Me gelek êş kişandin. Îro jî bi heman awayî Rêberê me di bin tecrîdê de ye. Wek gelê kurd dewletê gelek zilm li me kir, lê me tu carî jî serî netewand. Ji derbeya Kenan Evren heta niha em ji bo aştiyê hewl didin. Ji roja ku Meclîsa Dayikên Aştiyê hatiye avakirin heta niha ez di nav de cih digirim. Me ji bo pêşeroja zarokên xwe, ji bo aştiyê em têkoşiyan. Dewletê kurê min û hevjînê min qetil kirin. Her du kurê min ên din jî girtin û xistin girtîgehê."

‘DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE JÎ'

Aksoy, dest nîşan kir ku ji bo cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan dernekevin dayik di greva birçîbûnê de ne û got, daxwazên girtiyan daxwazên wan in jî. Aksoy wiha domand: "Ez bûm şahidê her cure zilma dewletê. Min di her serdemê de pêkûtî dîtin, bûm şahidên wan. Bi van kirinên dewletê em kurd di warê têkoşînê de hatin asteke bilind. Em gav bi gav bi pêş ve diçin, li ber xwe didin. Me heta niha tim digot biratî. Lê Serokomar Erdogan biratî jî nehişt. Li girtîgehan daxwazên herî xwezayî yên zarokên me qebûl nakin. Tu sûcekî wan tune ye. Kesî nekuştine. Heqê wan ne ev e."

‘PÊŞÎ HEVJÎNÊ MIN, NIHA JÎ KURÊ MIN DI GIRTÎGEHÊ DE YE'

Li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakranê, yek ji wan girtiyên ku di 22'yê Adarê de ketin grevê jî Devran Makas e. Dayika Devran, Necla Makas (52), diyar kir ku di 1994'an de hevjînê wê hatiye girtin û piştî 14 salan di sala 2009'an de dubare ji ber ji ber "Doza Sereke ya KCK'ê" careke din hatiye girtin û got, di sala 2011'an de jî kurê wê hatiye girtin. Makas, diyar kir ku zarok, hevjîn û keçên bi hezaran kesên wek wê di girtîgehan de ne û xwest êdî dawî li van pêkûtiyên li girtîgehan bên.

Makas, da zanîn ku bêyî hincet 2 meh cezayê hevdîtina telefonê û hevdîtina asayî li kurê wê birîne û got, ev zêdeyî du mehan e ku wê bi kurê xwe re hevdîtin çênekiriye. Makas wiha domand: "Êdî bes e. Divê ev derhuqûqî bên rawestandin. Li girtîgehan çewisandineke zêde heye. Ji bo daxwazên zarokên xwe em jî li derve di grevê de ne. 58 roj in di grevê de ne. Dema wan ji bo hevdîtinê derdixin, nasnameyê li wan ferz dikin. Lêgerînên şevê, lêgerîna tazî hene. Ne zarokên me û ne jî em, van tiştan qebûl nakin. Ji ber zarokên me neheqî qebûl nekirin ketin greva birçîbûnê. Bila dengê me bê bihîstin. Deng li dengê me zêde bikin. Em naxwazin li girtîgehan tu kes bimire."