Ji ber pereyan birayê parlementerê AK Partiyî xwe daye alî!

AMED - Hat îdiakirin ku birayê Parlementerê AK Partiyê Galip Ensariolgu, Cihan Ensarioglu yê ku ji mirovan bi şertê dê wan li şaredariyê deyne ser karekî pere berhev kirine, ji nişkave ji holê winda bûye.

Birayê Parlementerê AK Partiyê yê Amedê Galip Ensarioglu, Cihan Ensarioglu yê ku dihat gotin sala çûyîn mirov dixistin kar, niha jî tê gotin ku sextekariyê dike. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, hat derpêşkirin ku Cihan Ensarioglu bi şertê ku dê wan deyne ser karekî ji mirovan pere berhev kirine û niha jî ji nişkave ji holê winda bûye. Ev 10 roj in ku Ensarioglu naçe buroya xwe ya li semta Gazîlera ya Peyasê ye. Lê welatiyên ku Ensarioglu ew mexdûr kirine, ji bo mexdûriyeta xwe her roj diçin buroyê, lê Ensarioglu nabînin.

Li ser îdiayan, me ji esnafan pirsa Ensarioglu kir. Esnafan, anî ziman ku gelek kes tên Ensarioglu ji wan dipirsin. Esnafan, diyar kir ku der barê van îdiayan de ew tam nexwedî agahî ne û gotin, hin karker pere dane wî, lê belê ew nexistine tu karî jî. Esnafan, anî ziman ku ji ber qeyûm hin karker xistine karê paqijiyê, karkeran îstifa kiriye û hewl didin ku pereyên xwe ji Ensarioglu bistînin.

Bi riya telefonê me xwe negihand Ensarioglu û her wiha tu kes li buroya wî ya li semta Gazîlerê jî tune ye.