COLEMÊRG - Colemêrgiyan anî ziman ku, bi qeyûm û girtinan vîna wan hatiye binpêkirin û gotin, ew ê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.
Li Colemêrga ku hemû bijarteyên wan hatine girtin, welatiyan anî ziman ku ew ê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin. Ji welatiyan Taybet Atan, diyar kir ku bi girtin û tayînkirina qeyûman vîna wan hatiye binpêkirin û wiha got: "Em ê roja hilbijartinê biçin ser sindoqan û em ê mohrê li orta rengê zer bixin."
‘EM Ê YA SPÎ BIFETISÎNIN'
Sidik Kaya, dest nîşan kir ku bi qasî dengdayînê xwedîderketina li sindoqan jî girîng e û wiha axivî: "Bi îzna Xwedê em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em ê li ser ya zer bixin û ya spî bifetisînin. Ez bang li gelê tirk dikim, baş bibînin ku bê Erdogan dixwaze çi bike. Dê ev qanûna we jî bifetisîne. Ji ber vê divê her kes bibêje 'Na'."
‘EM Ê LI SER SINDOQAN BIN'
Şemam Akdogan jî wiha got: "Em ê wê rojê hemû biçin ser sindoqan û wan biparêzin. Heke ji me kesek tenê jî bimîne em ê xwedî li wan sindoqan û rûmeta xwe derkevin. Em ê dengê xwe bidin xwe û bibêjin 'Na'." Adile Kaya jî diyar kir ku ev referandûmê ji bo kurdan zaf girîng e û xwest her kes biçe ser sindoqan."
Cevahir Sarisakli jî, diyar kir ku bi dehezaran kurd di girtîgehan de ne û got, bi îzna Xwedê ew ê bi ser kevin. Sarisakli wiha got: "Me gelek êş kişandin. Ewladên me ji canê xwe bûn. Gelek jê jî di girtîgehan de ne. Divê her kes biçe ser sindoqan û hay jê hebe." Ayşe Tan jî, dest nîşan kir ku çi ji destê kê bê divê bike.
‘DI VÊ PÊŞNÛMAYÊ DE JI BO ME TIŞTEK TUNE YE'
Huseyin Apaydin jî wiha axivî: "Ji bo di 16'ê Nîsanê de 'Na' derkeve, çi ji destê me bê em ê bikin. Ji bo çi? Çimkî di vê qanûna bingehîn de ji bo me tiştek jî tune ye. Ev ne qanûneke bingehîn e, du kes hatine gel hev û ji bo berjewendiyên xwe qanûnek çêkirine. Ji ber vê em ê bibêjin 'Na'. Em bang li gelê xwe dikin, divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve û biçe ser sindoqan. Ev ji bo pêşeroja zarokên me, neviyên me ye. Gelê tirk jî gelekî demokrat e. Dê vê neheqiyê qebûl neke. Em ê bi hev re bibêjin 'Na'."
’15 SAL IN KU GEL DIXAPÎNIN'
Abdi Durman, diyar kir ku ew ê xwedî li sindoqan derkevin, Îbrahîm Tan jî wiha got: "15 sal in ku vî gelî dixapînin. Êdî divê em hay ji vê hebin û di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û bibêjin 'Na'."