STENBOL - Li navçeya Tuzla ku bi piranî ji karker û kedkarên koçber ên di pişesaziyê de dixebitin pêk tê, diyar kirin ku dê ji polîtîkayên şer ên AKP û MHP'ê re bêjin 'Na'.
Li navçeya Tuzla ya Stenbolê ku wekî herêma pîşesaziyê tê zanîn, yek ji navçeya ku nifûsa wê zêde ye. Yek ji navçeyên Tirkiye ya tersane û kargeriyen herî mezin lê heye ye. Bi piranî karker û kedkar ên sanayê lê dijîn. Karker û kedkar bi piranî ji bajarên derve koç bûne û hatine li vir bi cih bûne. Nêzî 245 hezar nifûsa wê heye. Çalakiyên karkeran ên grevê yên herî mezin li vir pêk tê. Karkeriyên mezin ên wekî metal, kimya, çerm, tekstilê li vir in. Karkerên li vir dixebitin kedek mezin didin. Ji ber ku karkerî û fabrîqe li vir zêde ne, hêjmara karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin jî herî zêde li vir pêk tên. Li gel vê yekê karên rêxistinî yên sendîkayan jî li vir pir kêm in. Sermaye û patron herî zêde li vir keda karker û kedkaran dixwin. Mêtîngerî herî zêde li vir serdest e. Karkerên mafên xwe diparêzin ji ber rêxistînî û sendîkavanî lawaz e zû ji kar tên avêtin. Ji ber vê yekê karker di nava şert û mercên giran de dixebitin. Karkerên li vir dixebitin jî ji ber van binpêkirinên mafan bi biryar in biçin ser sindoqan û bêjin "Na"
Navçeya Tuzla li gel karkerên pîşesaziyê gelek bawerî û nasnameyên din jî li vir dijîn. Yek ji taxên herî mezin ên Tuzlayê taxa Aydinli ye û li vir elewiyên Erzirom, Dersim, Çewlikê dijîn. Yek ji taxkên herî mezin taxa Orhanli ye û li vir jî bêtir welatiyên Deryaya Reş dijîn. Li taxên Aydinli û Orhanli bêtir dengê "Na" serdeste. Lê taxên Şifa û Mimar Sinan jî AKP û MHP zêdetir xuya dibe. Li taxa Yayla ku di 7'ê hezîranê de AKP û MHP serdest bû, piştî nakokiyên di navbera MHP'ê û AKP'ê de zêdetir dê dengê "Na" derkeve pêş. Li navçeya Tuzla di hilbijartina 7'ê Hezîranê de AKP'ê ji sedî 43, CHP'ê ji sedî 25, MHP'ê ji sedî 13 MHP û HDP'ê jî ji sedî 11 deng girtibû. Lê vê carê li bendê ye ku CHP û HDP dengê xwe zêdetir bike û "Na" derkeve pêş. Li navçeyê her çend AKP derfetên şaredariyê bikar anîbe û li hemû dîrekên ceyranê al û afîşên "Erê" daliqandibe jî dîsa di dilê welatiyan de "Na" serdest e. Rêveberên HDP û CHP'ê kolan bi kolan tax bi tax digerin û "Na" vedibêjin.
HDP: DI XEBATÊN TAXAN DE EM HATIN ASTENGKIRIN'
Têkildarî xebatên referandumê yên "Erê" û "Na" yên li navçeya Tuzla Hevseroka HDP'ê ya Tuzla Binalin Palandoken, diyar kir ku li vir bi saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk re hevpar dixebitin û wiha got: "Dema me xebatên "Na" meşand em li hin taxan rastî astengîyan hatin. Li vir qada kedê qadek bi rêxistin e. Hemû milê kedkar û karker bêtir nerîn û fikra wan li dijî van polîtîkayan "Na" ye .
Xebatên "Na" bêtir li ser milê HDP'ê pêş dikeve. Xebat bêtir li ser milê karker û kedkaran tê meşandin. Yên herî zêde mafê wan tê binpêkirin û keda wan tê xwarin karker û kedkar in. Ji ber vê yekê yên herî zede bi dil û can xebatên "Na" dimeşînin jî eniya karker û kedkaran e. Giraniya karker û kedkaran dibêjin 'Em ji bo 'Na' amade ne' Li vir ji ber nokokiyên di navbera MHP û AKP'ê de gelek kesên berê li pişt MHP û AKP'ê vê carê dê bêjin "Na"."
Palandoken anî ziman ku li navçeyê 423 sindoq hene û ji bo parastina sindoqan amade ne.
DERÎTEKS: Karker ji ber krîza aborî dibêjin Na'
Serokê Şaxa Sendîkaya Karkerên Tekstîla Dirûna Çerm (DERİTEKS) ya Tuzla Binali Tay jî anî ziman ku karkerên li vê navçeyê dixebitin zêde ketine bin bandora neyînî ya aboriyê û ji ber keda karkeran tê xwarin û pirsgirêkên aborî karker dê bêjin "Na"
Tay, anî ziman ku hemû endamên wan û karkerên kargerî û fabrîqeyan dê bêjin "Na" û wiha got: "Hemû karker ji bo parastina mafê keda xwe û heqê xwe dê bêjin "Na" Karkerên dibêjin "Na" bi zanebûn û wate dibêjin "Na" Li vir li ser karkeren sendîkayî û bi rêxstin tirsa ji kar avêtinê tê avakirin. Naxwazin karker xwe bi rêxistin bikin û bibin sendîkayî. Mafê hemû karkeran ji destê wan tê girtin. Karker ji ber vê yekê li dijî vê pergala nû ne.
LI PIŞT KAMERA HER KES DIBÊJIN 'Na'
Esnaf û şêniyên li taxa Aydinli jî li pişt kamera di axivin û dibêjin "Na" Lê gelek ji wan ji ber fikarên xwe li pêş kamera fikrên xwe parve nakin. Welatî û esnaf bêtir ji polîtîkayên AKP'ê û xebatên şeradariya AKP'î bêzar in. Ji ber tirsek li ser mirovan hatiye avakirin zêde bi degn rengê hilbijartina xwe nînin ziman. Di sohbetên bi welati û esnafan re dema kamera û wênekêş girtî be her kes ji polîtikayên heyî bêzar û aciz in. Piraniya welatî û esnafan dibêjin "Na".
Piraniya wehatiyên ku naxwazin rengê xwe diyar bikin diyar dikin ku dê li ser sindoqê rengê xwe nîşan bidin û helwesta xwe li dijî van polîtîtîkayan bînin ziman.
Necla Demir - dihaber