Walîtîya Amedê li 14 gundan qedexeya derketina derve îlan kir

AMED - Walîtîya Amedê daxuyanî da û diyar kir ku li 14 gundên navçeyên Karaz, Hezro û Licê yên Amadê ji bo operasyonên leşkerî qedexeyên derketina derve îlan kiriye.

Qedexeyên derketina derve li gund û navçeyên herêmê berdewam dike. Li gundên çoltarê yên Mêrdîn, Bedlîs, Amedê bê navber qedexeyên derketina derve tên îlan kirin û operasyonên leşkerî tên meşandin. Walîtîya Amedê, daxuyanî da û diyar kir ku li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê ji bo operqasyonên leşkerî pêk bîne qedexeya derketina derve îlan kiriye. Walîtiya Amedê di daxuyaniyê de wiha got: "Li herêma ku wê operasyon were lidarxistin. Di çarçoveya operasyonan de îro ji berê sibehê pê ve li gundên Uçari, Ziyaret, Esenler, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur û Dolunaya Licê, gundê Boyunlu û Gozebaşiya Karazê û li gundên Sarierik, Meşebaglari û Çitlibahçeya Hezroyê ji 13'ê Nîsana 2017'an seet ji 06.00an pê ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.