Xezeba Firatê dest bi pêngava 4'an dike

REQQA – Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê diyar kir ku hêzên wan dest bi pêngava 4'emîn a hemeleya Xezeba Firatê dikin.

Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniya çapemeniyê aşkere kir ku dest bi pêngava 4'an a Hemleya Xezeba Firatê dikin. Di daxuyaniya Fermandariya Gişti ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de wiha hat gotin: ¨Bi navê Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, em pêngava 4'emîn a Xezeba Firatê radigihînin. Dê di vê pêngavê de, tevahiya bejahiya bakurê Reqqayê û geliyê Celab ji çeteyên DAIŞ'ê were rizgarkirin. Pêngava 4'emîn bi beşdariya gelek hêzên ku di bin sîwaneya QSD'ê de tev digerin û bi piştevaniya Hêzên Koalisyona Navneteweyî, dest pê dike. Dê Şervanên QSD'ê bi baskên rojhilat û rojava ber bi Reqqayê ve pêşve biçin û geliyê Celab û gundewarên bakurê Reqqayê rizgar bikin. Em bang li gelê herêmê dikin ku bi hêzên QSD'ê re bibe alîkar û ji bo rewşa ewlekariyê, dûrî baragehên çeteyên DAIŞ'ê bikevin. Da ku çeteyên DAIŞ'ê welatiyan wekî mertalên zindî bikar neyîne. Em soz didin ku em ê jiyana sivîlan bi ewle bikin.

Em berxwedana gelê xwe û hemû ciwanên Reqqa, Dêrezor û Tebqayê ku beşdarî Hemleya Xezeba Firatê bûne silav dikin. Em soz didin ku em ê bajarê Reqqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Bijî Sûriya Azad û Demokratîk. Bijî biratiya gelan.¨