STENBOL - Nûnerên DÎSK, TMMOB, KESK û Odeya Tabîban a Stenbolê li rawestgehên metrobusan ên li navçeyên Beylîkduzu, Sogutluçeşmeyê belavokên "Na" û şekirê "Na" belav kirin.
Nûner û rêveberên sendîkayên KESK, DÎSK ên karker û kedkaran, nûnerên Yekîtiya Odeyên Endezyaran (TMMOB) û Rêveberên Odeya Tabîban a Stenbolê li rawestgehên metrobusan ên navçeyên Uzunçayir, Zîncîrlîkuyu, Avcilar û Beylikduzu yên Stenbolê belavokên "Na" û şekirên "Na" belav kirin. Dema şekirên "Na" belav kirin endam û rêveberên "Meclîsa Na", Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî (BHH) û HDP'ê jî tev li xebatê bûn û piştgirî dan belavokan.
Li rawestgehên metrobusan şekirên ku bi rengê sor, ser, kesk, şîn, şîrik, xemrî û pirtuqalî "Na" li ser nivîsandin belav kirin. Mirovan eleqeyek mezin nişanî şekirê "Na" dan. Dema şekirên "Na" belav kirin li ser mamperên civakî jî twittera “#HayırlıMetrobüs” (#MetrobusaNayê) li dîsteyaTT de cihê xwe girt û rastî eleqeyek mezin hat.
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu di dema şekir belav dikirin de axivî û xwest tama "Na" wekî tama şekirê Na'yê şêrin be û tu carî ev tam ji devê mirovan dernekeve. Çerkezoglu, bang li karker û kedkaran kir ku li sindoqan xwedî derkevin.
Sekretera Lijneya Koordînasyona Bajar a ya TMMOB'ê Cevahir Akçelik jî anî ziman ku her kes li "Na" xwedî derdikevin û eniya "Na" pir mezin dibe.