ENQERE - Çalakiya girtiyên siyasî ya li Girtîgehan di roja 58’an de berdewam dike. Malbatên girtiyan ên li Enqereyê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê ji bo piştevaniya girtiyan dest bi çalakiya grevê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên siyasî li girtigehan di roja 58'an de berdewam dike. Xizmên girtiyan ên li Enqereyê, ji bo piştgiriyê bidin girtiyan û hikûmet daxwazên girtiyan pêk bîne li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dest bi çalakiya piştevaniyê kirin. Berî çalakiyê Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulhan Ozlu, diyar kir ku li 22 girtîgehan bi giştî zêdeyî 200 girtiyên siyasî ketine çalakiya greva birçîbûnê û roj bi roj hêjmara girtiyan zêde dibe. Ozlu, anî ziman ku daxwazên girtiyan pir zelal e û xwest hikûmet bi lezgîn daxwazên girtiyan qebûl bike. Ozlu, anî ziman ku heta niha tu rayedaran ji bo çareseriyê gav neavêtiye û wiha got: "Roj bi roj tenduristiya girtiyan xerab dibe û rewşa wan dikeve asta krîtîk. Li gel vê yekê zarokên me bi moralekî herî mezin çalakiya xwe berdewam dikin. Bi biryarin heta daxwazên wan pêk bê çalakiya xwe berdewam bikin. Piştî girtiyan dest bi çalakiyê kirin li dijî girtiyan bi awayekî keyfî zext zêde bûne. Em ji bo piştevaniya girtiyên di grevê de, bi awayekî dorveger kom bi kom ji 2 rojan cerekê em dê çalakiya xwe berrdewam bikin. Çalakiya me dê dorveger a 2 rojan berdewam bike."
Malbatan bang li rayedaran kir ku daxwazên girtiyan pêk bînin û ji bo çareseriyê riya diyalogê vekin.