AMED - Cendirmeyan bi kepçeyan dibistana kurdî ya li gundê Kerwas a Lîceya Amedê xera kir.
Leşkeran dibistana kurddî ya li gundê Kerwasê ya Lîceya Amedê bi kepçeyan xera kir. KURDÎ-DER'ê di 2014'an de ji bo zarok lê perwerdehiya kurdî bibînin dibistana kurdî ya ji 4 qatan pêk dihat ava kiribûn. Piştî Walîtiya Amedê li 14 gundên çoltara Lîcê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve îlan kir, leşkeran operasyon pêk anî û di çarçoveya operasyonê de dibistana kurdî ya li ser 4 qatan bi kepçeyan xeka kir. Dozgerê komarê yê Lîcê di sala 2014'an de biryara xerakirina dibistanê dabû. Lê ji ber ku gel bertek nîşan dabûn û li dijî xerakirina dibistanê dengê xwe bilind kiribûn biyar hatibû rawestandin.