Parêzerên Ocalan ji Wezareta Dadê xwestin bi girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin bikin

STENBOL -Parezerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê re hevditin pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan.

Parezeren Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo bi muwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliye re hevditin pêk bîne serî li Wezareta Dadê dan û xwest rê li pêşiya hevdîtan wan bê vekirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê têkildarî çalakiya girtiyên siyasî yên ji bo tecrîd bi dawî bibe, operasyonên siyasî û leşkeri û dorpêça li ser gundan rabe û zextên li ser girtiyan bi dawî bibe ketine grevê û daxwaza hevditina li Îmraliyê daxuyaniyek nivîskî weşandin. Parêzeran di daxuyaniyê de wiha got: "Îro çalakiya greva birçibunê ya koma yekem a girtiyên siyasî di roja 58'an de berdewam dike. Daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê demokratîk û hiqûqî ne. Ev daxwaz di milê hiqûqî û zagonî de divê bên parastin. Daxwazên rewa û mirovane ne."

TECRÎDA LI SER OCALAN Û PÊKANÎNÊN DIJDEMOKRATÎK ÊN LI SER GIRTIYAN GIRÊDAYÎ HEVIN

Parezeran di berdewama daxuşaniya xwe de wiha gotin: "Daxwazên girtiyan ên niha girêdayî polîtikayên îktidara siyasî ya li diji pirsgirêka kurd e. Ji ber ku îktîdara siyasî politîkaya neçareseriya pirsgireka kurd pêş dixe, li zindanan jî heman polîtîkayên zext û zordariyê pêş dixin. Daxwazên girtiyan di asta banga çareseriya pirsgirekan de ye. Di her welatên demokratîk de ev daxwaz pir balkêş in. Li welatên demokratîk ev pêkanîn rewşek pir şerm e.

Mijarek din rastiya ku li ser muvekkilême Birêz Abdullah Ocalan tecrîda mutlaq tê meşandin. Muxatabê hemû pêkanînên dijdemokratîk ê ewil berpirsiyarên polîtîkayên înkar û îmhayê yên li ser Ocalan dimeşînin in. Bi rebaza bêdengiyê û rizandinê vê polîtîtîkaya tecrîdê kur dikin. Dixwazin ve polîtikayê li hemû girtîgehan belav bikin û bikin rewşek asayî. Di şexsê girtîgehan de dixwazin li ser hemû beşên civakê belav bikin. Çavkaniya hemû van pekanînan polîtikayên li ser Îmralî tê meşandin e."

'ŞERTÊN LI ÎMRALÎ HEMÛ MAFÊN DIN JÎ AVÊTIYE ASQIYÊ

Parêzeran bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Li ser muwekîlê me Birêz Ocalan 6 salin bê navber tecrîdek giran tê meşandin. Hevdîtina parêzeran îro jî tê qedexekirin. Tevi hemû serlêdanên hiqûqî şert û mercên Îmraliyê nehatiye rastkirin. Bi ilana OHAL'ê re şertên li ser Ocalan û îmraliyê girantir bûne. Tecrîd girantir bûye. Mafê ragihadin, mafê ziyareta malbat, parêzer û hemû mafên din ji destê wan hatiye girtin. Ji ber vê yekê Îmralî bi tevahî ji cîhanê hatiye qutkirin. Di hemû milê mirovahiye de hiqûq hatiye binpêkirin.

Ev polîtîka, di serî de li girtîgehan û li hemû beşên qadên civakê dibe sedema rageşî û xetimandina çareseriyan. Ji bo ev bê hiqûqî û xetimandina çareseriyê bi dawî bibe divê em bi muvekkillerên xwe Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayri Konar, Birêz Hamili Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re hevdîtin pêk binin. Divê hevdîtinên me yên parêzeriyê bi rêk û pêk pêk bên. Em vê serlêdana xwe ya bi Wezareta Dadê re bi we cemaweriya dêzdar re parve dikin."