Ji Kişanak re 230 sal cezayê girtîgehê tê xwestin

AMED - Derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wê hat kirin de îdanameya ku 230 sal cezayê girtîgehê tê xwestin hat amadekirin. Kişanak, bi "rêveberî û parstina rêxistinê" her wiha ji ber di nava 4 salên ku parlamenterî û hevşaredarî kiriye de tevlî xebat, çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê bûye 41 caran bi 'propagandaya rêxistinê kiriye" tê sûcdarkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku bi feraman Wezîrê Karên Hundir li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û ji kar hat girtin de îdîanameya xwe amade kir. Di îdîanameya 21 rûpel a ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, ji Kişanak re ji ber "rêveberî û parastina rêxistinê kiriye", "bê çek tevlî meş û civînên gel ên ku hatine hişyarkirin lê dîsan jî belav nebûne, bûye" û 41 caran "propagandaya têxistinê kiriye" 230 sal cezayê girtîgehê xwest. Di îdîanameya ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî "qanûndanîna rêxistina" PKK/KCK'ê dît, hat diyarkirin ku Kişanak "rêvebira" KCD'ê ye.

Di beşa ketina îdîanameyê de hat îdîakirin ku dema "têkiliya PKK/KCD'ê" despê kirî, KCD bi fermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin, KCD bi armanca herêmek xweser ava bike hatiye avakirin û ji aliyê "PKK/KCK" ve tê birêvebirin.

KCD WEKÎ 'SAZIYEK DIJQANÛNÎ' HAT NÎŞANDAN

Di îdîanameyê de hat îdîakirin ku KCD yek ki saziyên projeya xweseriya demokratîk a PKK/KCK'ê ye û ev tişt hatin gotin: "Hatiye qebûlkirin ku ev sazî ji bo bibe Meclîsa Avakirina Neteweyî ya ji bo Kurdistana pêvajoya bê ye."

Savci da zanîn ku hilbijartinên ji 48 delegeyên li 43 navçeyan ên sala 2011'an ên ji bo KCD'ê hatine kirin "derveyî qanûnê ne" îdîa kir ku KCD "ji bo rêxistinkirinê ji aliyê "Abdullah Ocalan û PKK/KCK ve hatiye avakirin û tu şope ji vê nayê kirin."

Dozger ji bo vê îdîaya xwe jî daxuyaniyên Konseya Rêveber a KCK'ê, daxuyaniyên şahidan, nûçeyên di sîteyên înternetê de hatine dayîn û biryarên dadgeha bilind a ji bo dozên PKK/KCK'ê dayîne nîşan da. Di îdîanameyê de hat diyarkirin ku hevdîtinên ku aîdî KCD'ê ne û li ser navê Cemal Çoşkun hatine kirin ji sala 2010'an ve bi biryara dozgeriyê tê şopandin û cih da bingeh, karkirin û destûrnameya KCD'ê.

ÎDÎAYA 'RÊVEBERIYA RÊXISTINÊ'

Di îdîanameyê de hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirîsan ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 31'ê Tebaxa 2011'an de ji bo KCD'ê daye despêkirin de, biryarên şopandina teknîkî û fîzîkî ya ji dadgehên cuda hatine girtin, di avahiya KCD'ê ya li Mala Mêvanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de, di navebera salên 2011-2013'an de 7 civînên Meclîsa Daîmî yên KCD'ê hatine şopandin. Di îdîanameyaê de hat ragihandin ku di wê serdemê de ku Gultan Kişanak Hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û parlamentera BDP'ê ya Sêrtê bû tevlî civînan bûye, tevlî civînên KCD'ê yên ku "Meclîsa Rêzikdanîna" PKK/KCK'ê ye bûye, "wekî rêvebirekî KCD'ê rolek aktîf daye meşandin û divê ev wiha were qebulkirin." Her wiha dozger da zanîn ku dema Kişanak parlamenter bû yek ji rêvebirên KCD'ê bû jî û got ku ji bo vê "delîlek" din a wî heye.

HEMÛ XEBATÊN WÊ YÊN DEMA PARLAMENTER BÛ WEKÎ 'SÛC' HATİN HESIBANDIN

Di berdewama îdîanameyê de hat destnîşankirin ku dema Kişanak parlamenter û Hevseroka BDP'ê bû, tevlî meş û daxuyaniyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pîrozbahiyên Newrozê, mîtîng û grevên birçîbûnan ên di sala 2012'an ên li Girtîgehan, bûye û axaftine kirine wekî sûc hatin hesibandin.

Hat diyarkirin ku daxuyanî û çalakiyên Kişanak ên ji bo qedexeyên li Farqîn, Cizîrê, Sûrê, Nisêbîne, qetlîama Pirsûsê, pîrozbahiyên Newrozê û mîtîngan dane sûcin û bi van daxuyaniyan "propagandaya rêxisitnê kiriye." Tevlîbûna Kişanak a cenazeyê şervanên YPJ/YPG'ê yên li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, axaftinên wê yên li vir, rakirina cenaze û wesayîta cenazeyan daye wan wekî sûc hatin dîtin.

CIH DAN RAPORA SÛRÊ JÎ



Di îdîanameyê de hat gotin k udi dema desteserkirina şaredariyê de cidiya "rapora Sûrê ya 2016" an ku di lîsteya Mîrasa Çanda ya Cîhanê UNESCO'yê de cih digire ya talankirin û wêrankirinê hatiye bidestxistin û belgeyên bi Tirkî û Îngilîzî yên derbarê vê talanê de ji sazî û STK'yên dervere hatine şandin wekî delîlên sûc hatin nîşandan. Di nirxandina ji bo van belgeyan hat kirin de, hat îdîakirin ku di van belgeyan de polîs û leşker wekî berpirsyarên hilweşandina Sûrê hatine nîşandan, YPS'î jî wekî "hêzin muxalif" hatine nîşandan û ji van bûyeran dewlet berpirs hatiye girtin.

Dozger di beşa encamê ya îdîanameyê de, çalakî, daxuyaniyên çapemeniyê, torenên cenazeyan ên ku Kişanak di 4 salan de tevlî bûye wekî "propagandaya rêxistinê" kiriye, piştgirî daye îlankirina xwerêveberiyan û xwestiye rewa bike û ev jî "baweriya" wê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, PKK û KCK'ê dide diyarkirin, nîşan da.

29.11.2016 - 13:33:48