AMED - Li Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya malbatan û siyasetmedaran, di roja 4’emîn de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a girtiyên siyasî di roja 58'an de berdewam dike. Ji bo piştevaniya çalakiya girtiyên siyasî li Îzmir, Stenbol, Amed, Wan û Enqere jî malbat dest bi çalakiya dorveger û bêdem kirine. Çalakiya greva birçîbûnê ya xizmên girtiyên siyasî û nûneren saziyên sivîl û demokratîk li Amedê di roja 4'an de berdewam dike. Çalakiya malbatan ji bo 2 rojan doreger berdewam dike. Her komek 2 rojan dikevin çalakiye û dewrî koma pişt xwe dikin. Koma duyemîn dê sibê çalakiyê dewir bike. Çalakiya ku li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP’a Amedê didome, rastî eleqeyek mezin a welatiyan tê.
Di nav de ku endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê hebûn bi sedan welatî tên serdana çalekgeran û çalakiya wan pîroz dikin. Ji zarokan heta kal û pîran tên avahiya DBP'ê û çalakgeran ziyaret dikin û moral didin wan. Di nav sohbetên çalekgeran û ziyaretvanan de li ser rewşa girtîgehan û rojeva gelê kurd, nîqaşan dikin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Songul Tamrîş jî li gel çalekgeran rûnişt û stran got û çalageran dilgeş kir. Dem bi dem li cihê çalakiyê slogana “Bijî berxwedana zîndanan” jî tê berzkirin û bi sloganan çalakiya girtiyan silav dikin. Koma sêyemîn dê sibê çalakiyê dewir bigire.