Parêzeran li Enqere belavokên "Na" belav kirin

ENQERE - Endam û rêveberên Baroya Enqereyê têkildarî referandumê belavkoên "Na" belav kirin. Wekîlê CHP'ê Şenal Sarihan ji piştgirî da parêzerên baroyê.

Endam û rêveberên Baroya Enqere di çarçoveya xebatên referandûmê de li salona edliyê ya Enqereyê belavokên "Na" belav kirin. Parêzera piştî belavok belav kirin li pêş edliyê daxuyanî dan.
Li ser navê parêzerên baroyê Sekreterê Giştî yê Yekitiya Baroyan Barolar Erinç Sagkan, diyar kir ku parêzer ewil li ser erka ku Qanûna Bingehîn daye wan û erka ku hiqûq, edalet û wekheviya civakî daye wan xwedî berpirsiyarê paratinê ne. Sagkan, anî ziman ku di 16'e Nîsanê de hilbijartinên partiyên siyasî tune hilbijartina cemaweriyê heye û wiha got: "Her dem paratina serdestiya hiqûqê erk û peywira me ye. Divê em wekî hiqûqnas erka xwe ya parastinê pêk bînin. Îro gotina "Na" mafê jiyana li Rojhilata Navîn ê jiyanê ye. Divê kes ji ber fikrên xwe neyên girtin. Em ji bo peşeroja ocaxen xwe dê mohra nayê lexin."