NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên wekî KCD, TJA, HDP û DBP derî bi derî digerin û ji bo ‘na’ yê xebatan dimeşînin û dixwazin xwedî li dengê ‘na’ derkevin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derî bi derî digerin û xebatên ‘na’ dimeşînin. Di çarçoveya kampanyayê de gel tê agahdarkirin û ji gel tê xwestin ku xwedî li dengên ‘na’ derkevin.
WAN
Dê sibê bi şiyara ‘Ji bo pêşerojek azad em dibên na’ dê li Parka Musa Anter mîtîngek bê lidarxistin û xebatên mîtîngê bi dawî bûn, ji bo tevlibûna mîtîngê ji tax, navend û der dor gel ji bo mîtîngê hat vexwandin. Wekîlên HDP’ê Bedîa Ozgokçe jî di nav de gelek rêveberên HDP’ê li taxên bajêr ên wekî Xaçort, Kurubaş û Edremîtê xebat meşandin.
Bi sedan welatiyên li taxa Xaçortê li hev civiyan û wekîla HDP’ê Ozgokçe xitabê girseyê kir. Ozgokçe got ku “Sibê beşdarbûna mîtîngê girîng e” û wiha axivî: “Ji bo dayika Taybet, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û hemû bajarên Kurdistanê bêjin ‘na’ û xwedî li dengê xwe derkevin.”
AGIRÎ
Di çarçoveya xebatên referandûmê de li Agirî û Îdirê ji hêla jinan ve xebat hatin meşandin û stantên ‘na’ yê hatin danîn û ji gel hat xwestin ku dengê ‘na’ bi kar bînin.
Li Kolana Cumhuryetê ya Agiriyê jî jinan işlikên ‘Jin jiyan azadî, Tenê Na be’ li xwe kirin û xebatên referandûmê meşandin. Stantên ‘na’ ji hêla jinan ve hatin vekirin û gelê Agiriyê eleqeyek mezin nîşajî xebata jinan da.
Hevserokê HDP’ê ya bajêr Olcay Ozturk di standê de axivî û piştrast kir ku ew dê di 16’ê nîsanê de dengê ‘na’ bi kar bînin û baş kişand ser greva birçîbûnê. Ozturk aşkera kir ku grevên birçîbûnê yên dîlên azadiyê di demeke xeter da ye û bang li gel kir ku xwedî li berxwedana girtiyan derkevin.
Li Îdirê jî li ber peykerê Ehmedê Xanî stanta ‘na’ ji hêla jinan ve hat vekirin. Xebatên li bajêr bi şahiyan berdewam dike û ji gel tê xwestin ku dengê ‘na’ bi kar bînin.
HEVDÎTINA BI KEYAYAN RE
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Agiriyê li navenda bajêr bi keyayan re hevdîtin kirin. Di hevdîtina li Grand Cenasê de wekîlê HDP’ê Berdan Ozturk jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Ozturk da zanîn ku metneke ji hêla du partiyan ve hatiye amadekirin li ser gel tê ferzkirin û got ku divê reyaya di kesekî de neyê komkrin, divê li keyayan jî bê belakirin.
ŞIRNEX
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Silopiyê li avahiya HDP’ê ya Silopiyê civîn pêk anîn û ji gel û jinan hat xwestin ku dengê ‘na’ bi kar bînin. Hevseroka HDP’ê Fatma Gunduz diyar kir ku jin bi hev re dibêjin ‘na’ û ji gel xwest ku ji hişmendiya yek yekî re bêjin na.
SÊRT
Li Sêrtê bi dirûşma ‘Jin Bi hev re dibêjin na’ şahiyek hat lidarxistin. Di şahiya li taxan wekî Çal, Ulus û Conkbayirê hat lidarxistin de gelek kes beşdar bûn û gel dîlan gerand û tililî hatin kişandin. Her çendî baranê lê kir jî jinan dîlana xwe dewam kir û aşkera kirin ku ew dê xwedî li ‘na’ yê derkevin.
STENBOL
HDP’ê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bi gel re şahiyek pêk anî û gelek kes beşdar bûn. Di şahiyê de alên ‘na’ yên bi kurdî û tirkî hatibûn nivîsîn, bi saetan dengê muzîkê kêm nebû. Di şahiyê de Serokê Giştî ya Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, Serokwekîlê Giştî yê HDP’ê Ahmet Yildirim, Wekîla HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Endamê Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP’ê Gulsum Agaoglu jî tevli şahiyê bû.
Demîr diyar kir ku AKP’ê di 15 salan de li gor dilê xwe welat bi rêve bir û got ku “Rêveberî wiha nabe” û ji gel hat xwestin ku di sindoqê de hesab ji AKP’ê bixwazin û dengê na bi kar bînin.
‘BI ZILMÊ RÊVEBERIYÊ DIKIN’
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku welat di rojên bi êş re derbas dibe û piştrast kir ku bi zil û zorê welat bi rêve dibin. Yildirim da zanîn ku pergala serokatiyê ya ku ev du sal e dimeşînin, welat xistine rewşeke gelekî xirab û wiha pê de çû: “Em ne yek in, em gelek in. Em bi gelên ereb, tirk, Çerkez, kurd û elewî re em gelek in. Ev dewlemendiya me ye. Heke em cudahiyên xwe winda bikin em ê wekî AKP’ê û TRT’ê bibin.”
Yildirim destîşan kir ku dê nikaribin dengê wan qut bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê wan di 16’ê nîsanê de bi dengê ‘na’ bişînin. Em ê bi ser bikevin, bila fikara we tune be.”
Piştî axaftinan şahiya gelan bi dîlan û tililiyan bi dawî bû.
MÊRDÎN
Rêxistinên HDP û DBP’ê ku Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora jî di nav de, di çarçoveya xebatên referandûmê de serdana gundên navçeya Stewrê kirin. Di serdana gundên Barman, Elfan, Ewîna, Dengiza, Cilinê û Şûtê de welatiyan bi alên kesk,sor û zer HDP û DBP’iyan pêşwazî kirin. Di serdana gundan de zarok û jinan eleqeyek mezin nîşanî xebatan dan û timî dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî serok Apo” berz kirin.