Malbatên Roboskiyê: Em ji bêedaletiyê re dibêjin 'Na'

ŞIRNEX - Malbatên Roboskiyê, di hefteya 276'emîn de jî doza edaletê kirin. Malbatan di daxuyaniya vê hefteyê de anî ziman ku, ew ê di referandûmê de ji vê bêedaletiya ku 276 hefte ye didome re bibêjin "Na".

Malbatên 34 gundiyên ku di bombebarana balafirên şerî ya li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê de hatin qetilkirin, di hefteya 276'emîn a komkujiyê de jî doza edaletê kirin. Malbatên ku li goristanê hatin gel hev, piştî duayan daxuyanî da. Li ser navê malbatan Veli Encu daxuyanî da û anî ziman ku, ji bo berpirsiyarên komkujiyê bên darizandin ew bi salan e têdikoşin.

Encu, diyar kir ku heta niha dewletê bi tu awayî soza xwe bi cih neaniye û wiha got: "Em li benda edaletê ne, lê mixabin em tim tên mexdûrkirin. Tim zilm û neheqî li me tê kirin. Kesên îro doza rayeyên mezintirîn dikin, dema derfet di destê wan de bûn ji dêvla dozên me ronî bikin, li dehlîzên tarî yên Enqereyê dixwazin wind abikin. Em li cem kesên ku hatin qetilkirin cih digirin. Ji bo bîranîna wan û têkoşîna wan em ê ji vê bêedaletiya ku 276 hefte ye didome re bibêjin 'Na'."

‘KES NIKARE VÊ XEBEROŞKÊ BI ME BIDE BAWERKIRIN'

Encu, diyar kir ku bi hinceta referandûmê hemû kesên hatine hilbijartin hatine girtin û wiha axivî: "Azadiya mirovan ne bi huqûqê, bi encama referandûmê ve girêdane. Kes xeberoşka ku dadgeh serbixwe û bêalî ne bi me bide bawerkirin. Em bawerî vê xeberoşkê nakin û dibêjin 'Na'."

‘DIBE KU SIBE BI DERENG BE'

Encu, balê kişand ser girevên birçîbûnê yên li girtîgehan û bang li her kesî kir, da piştevaniya girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne bikin û wiha got: "Heke em îro dengê xwe li dengê daxwazên wan zêde nekein, dê sibe pir bi derengî bikeve."