Li zanîngehê qedexeyek nû: Xwarinê nedin sewalan

ESKÎŞEHÎR - Rêveberiya Zanîngeha Osmangaziyê, afîşên ku li ser xwarindayîna sewalên li kampusê dijîn qedexeye lig elek nokteyên zanîngehê belav kirin.

Rêveberiya Zanîngeha Osmangaziya Eskîşehîrê, xwarindayîna xwendekaran a sewalên li kampusê qedexe kir. Biryara ku hatî dayîn bi afîşên ku li ser îmzeya Sekreterê Fakulteyê hey eli nokteyên cuda yên kampusê hatin daliqandin. Di afîşan de ev tişt hatin nivîsîn "Ji baldariya xwendekaran re. Zanîngeha me bi nivîsa 14.11.2016'an xwedîkarina sewalan a li kampusê qedexe kiriye. Divê xwendekar xwarinê nedin sewalan."

Ev biryara qedexeyê di tora civakî de rastî bertkan tê.

RÊZIKNAMEYA 9 SALAN BI DAWÎ BÛ

Zanîngeha Osmangazî li Eskîşehîrê di sala 2007'an de îmze avêt bin yekaneyekê û di navbera Şaredariya Odunpazari û Kolemeya Paratina Sewalan de rêziknameyek hatibû îmzekirin. Li gorî vê dê sewalê di nava sînorên Zanîngeha Osmangaziyê ji bo bên xwedîkirin, kontrolkirin û aşîkirin dê hersê sazî di nava hevkariyê de bin. Rêziknameya ku hat îmzekirin îsal bği dawî bû.