Broşurên HDP'ê hatin qedexekirin

COLEMÊRG - Broşurên HDP'ê yên bi sernava "Tenê Nabe", ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Çelê bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hatin qedexekirin.

Di 8'ê Nîsanê de polîsan bi ser avahiya HDP'a navçeya Çelê ya Colemêrgê de girtibûn û di serdegirtinê de broşurên bi sernavê "Tenê NAbe" hatibûn desteserkirin. Serdozgeriya Komarê ya Çelê, van broşurên HDP'ê yên bi kurdî çap kiribûn, bi îdiaya ku "Propagandaya rêxistinê" di xwe de dihebînin qedexe kir.