Dadgehê biryar da bi zorê Parlanter Togrul bînin

DÎLOK - Dozgerê Cuhmurityetê biryar da ku Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul bi zorê bibin dadgehê.

Li Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, ji ber axaftinên wî yên di 25'ê Sibata 2016'an ên wergirtina 20 cenazeyên kesên li jêrzemînên avahiyên Cizîrê hatibûn qetilkirin û wan anîbûn Dîlokê de, bi tawanbariya "Endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Rûniştina duyemîn a doza ku li Togrul hat vekirin, duh êvarî li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat ditin. Sê parêzerên Togrul beşdarî rûniştina duyemîn a dozê bûn û parastin kirin. Lê Dozgerê Komarê parast ku, wan li gor usûlê ji bo beşdarbûyîna rûniştina dozê gazî Togrul kiriye. Dozger parast ku ew li gor usûlê tevnegeriyaye û tevlî rûniştinê nebûye, rûniştina taloqî 19'ê Îlona 2017'an kir û birayra anîna bi zor ya Togrul da.