ÊLIH - Ji bo Bendava Ilisûyê ya ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin milyarek eûro hatiye veqetandin û her wiha maliyeta restorasyona pira dîrokî 12 milyon TL û veguhastina Tirbeya Zenel Beg jî 16 milyon TL ye. Maliyeta ji bo çêkirina sê pirên nû jî 140 milyon TL'yî derbas dike. Hawirdorparêz, dest nîşan dikin ku di her kevirê Heskîfê de rant derdikeve holê û vê bedewiya dîrokî dikin qurbana rantê.
Heke avakirina Bendava Ilisûyê ya li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin biqede, dê navçeya dîrokî Heskîf, 199 gund û mezrik û nêzî 300 kîlometrekare erazî di bin avaê de bimîne. Li gel vana, dê bi dehan cureyên nebatên endemîk û heywanan jî tune bibin. Li gor pisporan, temenê vê bendavê herî zêde 50 sal in û ji bo pêncî salan mîrateyeke xwedî paşerojeke çandî ya 12 hezar salan dê di bin avê de bimîne. Li gor pisporan, dahata bendavê çi qas dibe bila be, lê nehêjayî tunekirina vê mîrateya çandî ye.
Avakirina bendava ku maliyeta wê milyarek euro ye didome. Li gel vê dê ji bo restorasyona pira li ser Çemê Dîcleyê ye 12 milyon TL, ji bo veguhastina Tirbeya Zeynel Begê 16 milyon TL û ji bo pirên ku ji bo Heskîfa nû tên çêkirin jî dê 140 milyon TL bê xerckirin.
DÊ 199 GUND Û BI HEZARAN BERHEMÊN DÎROKÎ DI BIN AVAÊ DE BIMÎNIN
Dê nêzî 250 heb gir, zêdeyî 5 hezara şikeft, mizgeftên dîrokî, minare, bermayiyên dêran, qebrên sehabeyan, tirbe, pirên dîrokî û gelekên din di bin avê de bimînin. Dê bendav bandorê li ji sedî 90'ê navçeyê bike û her wiha dê 199 gund û mezrik di bin avê de bimînin. Dê gund û mezrikên girêdayî Bişêrî, Heskîf û Kercewsa Êlihê, Bismila Amedê, navenda Sêrtê û navçeyên wê Misirc û Dihê, Basana Şirnexê û Kerborana Mêrdînê di bin avê de bimînin. Her wiha tê texmînkirin ku dê bi vê re zêdeyî 10 hezar mirov jî ji gundan koçî bajaran bikin.
DI PROJEYÊ DE TÊRA XWE PISPOR TUNE NE
Di rapora ku heyetke navnetewî amade kiribû de wiha hatibû destnîşankirin: "Di projeyê de têra xwe pispor tune ne. Di çarçoveya projeyê de heke tesîsa ku tê payîn bê çêkirin têkeve fealiyetê dê Dîcleyê qirêj bike. Di ekosîstemên bejahiyî û avî de lêkolînên bioyî nehatine kirin. Di mijara îstîmlaqkirinê de pirsgirêk heye. Tazmînatên malan kêm in û li dijî standardên navnetewî ne. Xebatên ji bo berhemên dîrokî kêm in."
DÊ MASÎ BIMIRIN
Di rapora ku ji aliyê rêxistinên hawirdorparêziyê hat amadekirin de jî wiha hatibû gotin: "Dê habîtat û xurdemeniya heywanan bê tunekirin. Dê bi awayekî zêde masî bimirin. Dê rûxandin û otrofîkasyon çêbibe. Dê qalîteya avê kêm bibe. Dê pevçûnên ji ber avê xwe bidin der. (Bi taybetî jî di navbera Tikriye û cînarên wê de)."
GELEK WELAT DEV JI KREDÎDAYÎNÊ BERDAN
Saziyên krediyê yên Almanya, Swîsre û Avûstûryayê ji ber dê bendav bibe cihê karesatên mezin, ji ber ku Tirkiye teahudên xwe bi cih neanîn, ji 7'ê Tîrmeha 2009'an ve dev ji kredîdayînê berdan.
BENDAVA ILISÛYÊ LI DIJÎ PEYMANA ÇANDÎ YA QANÛNA BINGEHÎN Û NAVNETEWÎ YE
Dîsa di rapora ku ji aliyê hawirdorparêzan hat amadekirin de, tê destnîşankirin ku bendav li dijî Peymana Çandî ya Navnetewî û Qanûna Bingehîn e. Li gel vê jî, Projeyên Rehhbera Masterî ya Heskîfê ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê, Gerînendetiya Karên Avê ya Dewletê û Koordînasyona Konsorsiyûmê ya Ilisûyê hat amadekirin, ji aliyê meqamên fermî yên Komara Tirkiyeyê ve hat tesdîqkirin.
29 CUREYÊN ÇIVÎKAN BI TUNEBÛYÎNÊ RE RÛ BI RÛ NE
Di rapora ku ji aliyê Komeleya Jîndarkirina Heskîfê ve hat amadekirin de wiha tê gotin: "Bi çêkirina bendavê re dê 29 cureyên çivîkan bi tunebûyînê re rû bi rû bimînin. Dê bi sedan masî, kêzik û nebat bi tunebûyînê re rû bi rû bimînin. Ev cure di lîsteyên sor ên netewî û navnetewî de hatine parastin. Lê bêyî ji bo vana tevdîrek bê girtin xebatên vê projeyê didomin."
Di berdewamiya raporê de wiha tê gotin: "Dê mesrefa vê projeyê ji qezenca wê zêdetir be. Ji bo projeya bendaveke 40-50 salan, bi sedan gund tên valakirin, bi dehezaran mirov tên koçberkirin û dê cureyên di lîsteyên sor de cih digirin di bin avê de bimînin. Tê gotin ku dê di çarçoveya projeyê de bi hezaran mirov bên îstihdamkirin, dê eraziyên çandiniyê bên avdan, dê ceryan bên hilberandin. Lê belê, ji tecrubeya Bendava Ataturkê jî tê zanîn ku mebest ne îstihdamkirina gelê herêmê ye."