MÊRDÎN - Nisêbîniyan, anî ziman ku ew ê li ser sindoqan hesabê rûxandin û koçberiyê bipirsin. Her wiha welatiyan bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha gotin: "Dengek tenê jî zaf girîng e. Heke em îro nebêjin 'Na', dê rûxandina malan bidomînin."
Li Nisêbîna Mêrdînê, welatiyan diyar kir ku ew ê tu carî pêkanênên hikûmeta AK Partiyê ji bîr nekin û bang li her kesî kirin da biçin ser sindoqan. Dayika 6 zarokan Îne Ak (55), anî ziman ku ew ê bibêje "Na" û bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha got: "Bila her kes dengê xwe bi kar bîne."
LI DIJÎ ZILMAÊ 'NA'
Ak, da zanîn ku di salên 1990'î de bi ferzkirina cerdevantiyê wan bi darê zorê ji gundên wan derxistine, paşê ew li Taxa Kişlayê ya Nisêbînê bi cih bûne û got, piştî salan li vê taxê jî dest bi rûxandina malan kirine. Ak wiha axivî: "Me tu carî tiştekî wisa qebûl nekir. Dema qedexe bi dawî bû, em vegeriyan warê xwe. Piraniya malên li derdora me rûxandin. Em ê li dijî vê zilmê bibêjin 'Na'."
Ak, dest nîşan kir ku dengek jî zaf girîng e û wiha got: "Heke em deng bi kar neyînin, em ê winda bikin. Divê hemû gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne."
Ak, dest nîşan kir ku dibe ku ev hilbijartin ji bo kurdan bibe munasebeta rizgarkirinê û wiha got: "Dê gelê Nisêbînê dengê xwe bi kar bîne û bibêje 'Na'. Ez cîranê xwe jî û kesên di rê de jî ji bo 'Na'yê îkna dikim. Dengek jî dengek e. Na, Na, Na."
‘DIVÊ EM RÊ NEDIN SIXTEKARIYÊN AKP'Ê'
Îsmaîl Akalan, ragihand ku heke AK Partî sixtekariyan neke ji xwe dê qezenc neke û wiha axivî: "Divê em di vî warî de hişyar bin. Divê em dengê xwe bi kar bînin. Heke hilbijartineke rast be ji xwe em ê bi ser kevin. Divê em rê nedin sixtekariyan. Her kes taxên me dibîne. Ma em ê çawa bibêjin 'Erê'. Em ê bibêjin 'Na'. Gelê Nisêbînê zane ye, dizane ku dê bibêje çi."
Yunus Okmen jî, dest nîşan kir ku kesê ku li xaka Nisêbînê jiyabe, tu carî nabêje "Erê" û wiha domand: "Her tiştê me rûxandin û şewitandin. Me gelek tiştên xwe winda kirin, lê me şerefa xwe winda nekir. Em dizanin çi ji destê îktîdarê bê dê bike, lê em ê jî çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê ji bo xwe bixebitin. Heke ew ji bo xwestekên xw eher tiştî bike, ez ê jî ji bo yên xwe her tiştî bikim. Heta ku qaweta min hebe, ji bo di referandûmê de 'Erê' dernekeve, ez ê bixebitim. Em ne qurbanên wan in."
DENGEK TENÊ JÎ ZAF GIRÎNG E
Okmen, bang her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha got: "Ez bang li her kesî dikim da xwedî li namûs û şerefa xwe derkeve. Ez wna kesên ku deng didin dijminê xwe. Dengek tenê jî zaf girîng e. Heke em îro nebêjin 'Na', dêr ûxandina malan berdewam bikin. Malên hatine rûxandin dibînin. Dibînin ku ka mirov di rewşeke çawa de ne. Têkoşîneke 35 salan e, em ê dev ji vê bernedin."
EM Ê BI AWAYEKÎ HÊZDAR BIÇIN SER SINDOQAN
Sidika Akalan jî wiha got: "Êşên me kişandine me bêhêz nakin. Berkesê wê hêzdartir dikin. Piştî evqas eziyetê em ê bi awayekî hêzdartir biçin ser sindoqan. Berê me çawa dengê xwe bi kar dianî, em vê carê jî bi kar bînin. Fikrên me qet neguherîn. Heke em bibin yek û dengê xwe bi kar bînin, em ê ji berê xurtir bibin. Bila her kes dengê xwe bi kar bîne. Di vê hilbijartinê tenê daxwaza me ew e ku 'Na' derkeve û ev agir bitefe."