Mizgefta li Sûrê wêran kirin

AMED- Li Sûrê, di dema êrîşan de bombekirina Mizgefta Haci Hamît di dîmenan de derketibû holê. Niha jî wêneyên heman mizheftê derketin holê. Di wêneyan de bi awayekî aşkere dixuyê ku mizgeft veguherîye kavilan.

Li Sûra Amed, hîn jî rûxandin didome. Di rûxandinan de 6 tax hema bêje bi temamî ripîrast kirine. Di dema qedexyê de, ji be rtank û topan, bi hezaran mal avahî, gelek avahiyên dîrokî û cihwarên îbadetê hatin serobinokirin.

Yek ji van avahiyan jî Mizgefta Haci Hamît e. Di dema qedexeyê û êrîşan de ev mizgeft bûbû hedefa bombeyan û dîmenên wê derketibûn holê. Mizgefta ku di dema qedexeyan de demeke dirêj wek baregeha tîmên taybet dihat bikaranîn, bi awayekî zêde hatibû texrîbkirin. Tîmên ku li ser Class Otelê bi cih bûbûn, bi gule û bombeyan êrîşî mizgeftê û malên li hawirdora wê dikirin.

Niha jî wêneyên mizgefta ku ji ber bombe û guleyan veguheriye enqazê derketin holê. Di wêneyan de dixuyê ku,ne minareya mizgeftê û ne jî avahiyên hawirdora wê mane. Her wiha dîwarên hundurîn ên mizgeftê jî bi guleyan hatine arav û taravkirin. Qube û dîwarên mizgeftê bûne hedefa bi hezaran guleyî. Li pêş mizgeftê kurtenivîsên wek "POH" (Tevgera Polîsan a Taybet) dixuyên.