Li Êlihê 2 hezar kes dê 644 sindoqan biparêzin

ÊLIH - Berdevkê Maseya Karên Agahiyan a HDP'a Êlihê Îdrîs Yayla, anî ziman ku amadekariyan wan ên ji bo referandûmê temam in û got, dê 644 sindoqên bajêr ji aliyê 2 hezar kesan ve bên parastin.

Ji bo referandûma roja Yekşemê, li Êlihê jî amadekariyên ji bo ewlehiya sindoqan bênavber didomin. Berdevkê Maseya Karên Agahiyan a HDP'a Êlihê Îdrîs Yayla, diyar kir ku li gel hemû astengiyan jî xebatên wan didomin û bang li hemû welatiyan kir da dengê xwe bi kar bînin. Yayla wiha got: "Em ê sindoqên xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin. Em bang li gelê xwe jî dikin, da xwedî li sindoqan, li dengên xwe û vîna xwe derkevin."

‘XEBATÊN JI BO EWLEHIYA SINDOQAN DIDOMIN'

Yayla, diyar kir ku ji bo roja hilbijartinê welatî bi awayekî ewle biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin xebatên wan didomin û wiha got: "Wek HDP'a Êlihê li navendê bi giştî 644 sindoqên me hene. Ji bo van sindoqan hemûyan me kes wezîfedar kirine. Serokên sindoqan ên me diyar kiribûn, ji aliyê lijneya hilbijartinê bi hin hincetan serokatiya wan hat betalkirin. Lê belê, li gel hemû astengiyan jî em ê tevî hevalên xwe sindoqan biparêzin."

DÊ 2 HEZAR KES SINDOQAN BIPARÊZE

Yayla, anî ziman ku ji bo ewlehiya sindoqan gelek kes bi awayekî dildar dixebitin û wiha axivî: "Li hundurê dibistanan û derveyî dibistanan, tevî 120 serokên sindoqan dê bi giştî 2 hezar hevalên me xwedî li sindoqan derkevin. Li Êlihê 79 dibistan hene û em ê li hemûyan sindoqan biparêzin."

‘EM Ê XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN'

Herî dawî Yayla wiha got: "Li 12 taxên me sindoqên li 15 dibistanan ku dê 38 hezar û 540 hilbijêr dengê xwe li wan bi kar bînin, bi sindoqên dibistanên din re kirin yek. Em ê agahiyên der barê vê bi welatiyên xwe re parve bikin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Em bang li gelê xwe dikin, hûn jî xwedî li sindoqên xwe, dengên xwe û vîna xwe derkevin."