'Di 20 salan de hemû êş û jan kişand

MÊRDÎN - Li gundê Tizyan ê Artûklûyê ya qedexeya derketina kolanan lê hatibû îlankirin, welatiyan bertek nîşanî qedexeyan dan û wiha gotin: “Zêdeyî 20 sal in, tu êş û eziyet nemaye ku me nekişandiye. Lê dîsa jî em serî natewînin."

Li gundê Tizyan ê navçeya Artûklû ya Mêrdînê piştî 10’ê mehê qedexeya derketina kolanan a rojekê berdewam kir hat îlan kirin û her wiha hîn jî tevgera leşkerî berdewam dike. Welatiyên piştî gundê wan di sala 1993’an de hat şewitandin û ew jî koçber bibûn, li dijî qedexeyê bertek nîşan dan.

‘FERMANA KUŞTINÊ HATÎBÛ DAYÎN’

Welatiyê bi navê Hasan Şahin got, wextê qedexeyê leşkerên li ser girên bilind bi cih bibûn destûr nedidan kes derkeve derve û bi van gotinan behsa eziyeta ku wna kişandiye kir: “Leşkeran got, erka kuştinê di destê me de ye. Zarokên me ditirsiyan. Ji ber qedexeyê me heywanên xwe li derve hiştin û em ketin malên xwe. Hemû karên me nîvco man.”

‘BAVÊN ME LI BER XWE DAN Û EM Ê JÎ LI BER XWE BIDIN’

Şahîn ê di dema di girtîgehê de bû û îşkence lê hatibû kirin, anî ziman ku heta niha ji bo koçberiyê gelek gef li wî hatine xwarin û wiha axivî: “Em naçin tu cihî û em ê li ber xwe bidin. Bavên me li ber xwe dane û em ê jî li ber xwe bidin. Heke me bikujin jî dê zarokên me û neviyên me li ber xwe bidin. Ji ber ku em mafên xwe dixwazin, ne AKP’yî ne, hevdu nakujin û serî natewînin êrîşê me dikin. Çi dikin bila bikin. Ji berxwedanê wêdetir rê nîn e. Nexwe em li ber xwe nedin em ê li metropolan bi bişavtinê re rû bir û bimînin û eslê xwe winda bikin.”

'ZÊDEYÎ 20 SAL IN, TU EZIYET NEMAYE KU ME NEKIŞANDIYE'

Welatiyê bi navê Mirhaç Kahraman jî bi tiliyên xwe malên di salên 90’î de hatibûn hilweşandin nîşan da û got, bi qedexeyên dawîn re êdî tu wateya gotinê nemaye. Kahraman diyar kir ku, wan rêça êşa kişandibû nû ji holê radikir lê niha bi heman rewşê re dîsa rû bir û mane û wiha berdewam kir: “Zêdeyî 20 sal in, tu êş û eziyet nemaye ku dewletê bi me nedaye kişandin. Niha jî dixwazin em ji axa xwe dûr kevin û hin kesên biyanî bînin ser axa me. Êdî li hember zilma Erdogan gotin nemaye. Heya ji destên me tê, em ê li ber xwe bidin û serbilind bin.”

Abdulkadir Kanat ê bi çîrokên bav û diya xwe yên salên 90’î mezin bûye jî got, wan tu carî li hember zilmê serî netewandiye. Kanat anî ziman ku, ew her li hember gef û zilmê di nav berxwedanê de bûne û wiha axivî: “Girtin û xistin nav çar diwaran. Îşkence li me kirin, lê me serî netewand.”