ENQERE - Di şertên OHAL'ê de çûyîna referandumê li ser hilbijêran pêkûtiyekî zêde dike. Hilbijêr tenê tercîhên xwe venaşêrin di heman demê de ji ber OHAL û pêkûtiyê dibe ku hin hilbijêr neçir ser sandoqan jî. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyaniyên ku her hefte Wezîrê Karên Hundir têkîldarî mijarên edlî dide wekî "Nîşaneya bi zanebûn afirandina tirsê" nirxand.
Tirkiye wekî referandûma 1982'yan a ku di şertên darbeyê de pêk niha niha jî di şertên OHAL'ê de diçe referandumê. Referanduma ku di şertên Rêwşa Awarte (OHAL) de tê kirin tenê li ser muxalîfên ku dibêjin "Na" pêkûtiyê nake di heman demê de li ser hilbijêran jî fikar, tirs û pêkûtiyekî diafirîne.
EWIL LI SER MUXALÎFAN PÊKÛTÎ
Serokwezîr Bînalî Yildirim piştî îlankirina OHAL'ê gotibû ku wan OHAL ne li dijî welatiyan li hemberî dewletê îlankirine lê ligel vê yekê jî gelek nîşane hene ku diyar dikin ku OHAL li dijî welatiyan û hilbijêran hatiye îlankirin. Ji bo ku OHAL tirsekî biafirîne ewil beşên civakê yên rêxistinkirî hate hedefgirtin. Partiyên wekî HDP'ê yên ku kevneşopiya wan a têkoşînê heye, partiyên çepgir û sosyalîst, Rêxistinên civakî yên sivîl û bi hinceta "FETO"yê jî hin beşên civakê yên rastgir hatin hedefgirtin. Bi hezaran sazî hatin girtin, bi sed hezaran kes hatin binçavkirin, beriya hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li girtigehan li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di 1'ê Mijdara 2016'an de 42 hezar zêde bûye û bûye 68 hezar. Ev hejmar bi hikûmxwaran re derketiye 197 hezar kesan. Bi girtinên 5 mehên dawî de hejmara girtiyan 210 hezar kesan derbas bûye.
LI SER PÊŞENGÊN CIVAKÊ PEYAM DAN CIVAKÊ
Hevserokên Giştî yên HDP'ê, parlamenterên HDP'ê, hevşaredar, bijarte, rektor hatin girtin bi vî yekê re peyama "ger ku ev tên girtin dê çi bê serê we" hate dayîn. Vî tabloyê bandoreke ewqas zêde kir ku mirov tirsa xwe bi awayeke aşkera tînin ziman û gelek kesên ku tercîha wan a refrenadumê dema ku tê pirsîn bersiva "Ger ku ez tercîha xwe bînim ziman dê sibehê min bigirin" didin.
Di çarçoveya turên referandumê de li bajarên Anatolyaya Navîn ên wekî Konya, Eskîşehîr, Enqere, Nevşehîr, Kirşehîr, Kirikkale, Çorum ku em geriyan bûn şahidê heman tirs û fikaran. Welatiyên ku balê dikişînin li ser kesên ku hatine îxrackirin û girtin bi gotina "ên ku van tiştan dikin dê çi bi me bikin" fikarên xwe tînin ziman.
ME EV HÊZ AFIRAND
Li Konyaya ku wekî keleha AKP'ê ye herî zêde gotinên "me OHAL ne ji bo welatiyan ji bo îlan kir" tê pûçkirin. Gelek welatiyên li kolanan gotina "Em yekem car bi cenewira ku me bi xwe afirand re rû bi rû ne" tînin ziman. AKP bi hilbijêrên xwe jî bawar nake û gav bi gav noqteyên lêgerînê hatine danîn. Dîsa di navbera Enqere û Çorumê de di riya 238 kîlometre de 6 noqte hene. Dîsa di têketina bajaran de jî ev pêkanîn hene. Hİn welatî ji ber van tacizan ewqas aciz bûne gotina "Em naxwazin rêwîtiya di navbera bajaran de bikin" tînin ziman.
GELO PÊKÛTÎ DÊ TERCÎHAN BİDE GUHERTIN?
Li Çorumê hin welatiyên ku em rast hatin gotinên wekî "Ev der ciheke biçûk e, em tercîha xwa nabêjin lê sibehê dubis dema ku ew terhîr di sandoqan de derketin em ê çi bijîn nizanin" ên ku bi kar anîn atmosfera ku hatiye afirandin tîne ziman.
LI KONYAYÊ GUNDIÊN TÊN TEHDÎDKIRIN
Parlamenterê CHP'ê yê Konyayê Husnu Bozkurt ê demeke dirêj e li Konyayê xebatê dide meşandin gotina "Tenê ne li rojhilat li van deran jî keya gundiyan kom dikin û dibêjin ger ku li gund Na derkeve em ê sirgun bikin" bi kar anîbû bi vî yekê pêkûtiya li ser welatiyan anîbû ziman. Bozkurt ji ber daxuyaniyên ku di demên dawî de dide bûbû hedef û herî dawî li Konyayê dayika wî ya 88 salî ya li nexweşxaneyê dihat dermankirin ji ber pêkûtiyan ji aliyê nexweşxaneyê ve ji nexweşxaneyê hatibû derxistin û Bozkurt ev yek anîbû ziman.
ALÎGIRÊN GULEN HATIN GIRTIN MALBAT HATIN TIRSANDIN
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî heman çavdêriyan parve dike û diyar kir ku di mirovan de tirsa herî mezin fikara pêşêrojê ye. Turkdogan ê ku gotina "Mirov ji sendîka û komeleyên ku rêxistinkirîne îstifa dikin" bi kar anî wiha berdewam kir: "Mînak ji ber tirsê piştî hewldana darbeyê bi endamtiya Cemaeta Gulen gelek kes hatin girtin li girtîgehan in lê ji ber ku malbatên wan ditirsin nikarin serlêdanê bikin. Di mijara li mafê xwe gerandinê de tirs wekî astengiyekî derdikeve pêşberî me. Ev tê guhertin. Em dibînen beş^ne çepgir jî ji rêxistinên ku endamên wan in îstifa dikin."
Turkdogan têkîldarî mijarê tespît û çavdêriyên xwe jî parve kir û wiha got: "Di çapemeniya civakî de mirov êdî nêrînên xwe parve nakin. Êdî mirov pir kêm nêrînên xwe aşkera dikin. Ev çavdêriyeke zelal e, çapemeniya navendî otosansurê li ser xwe pêk tîne.
Yekşema borî ez li Antalyayê bûm. Li wir beşdarî mîtînga Na bûm. Çend hezar kes hebû. Kortej 2 kîlometre meşiya û di rê de mirovan piştgiriyeke pir mezin dan. Dİ esasê xwe de piraniya wan mirovan jî beşdarên mîtîngê bûn lê ji ber ku ditirsiyan tevlî mîtîngê nebûn.
Êrîşa bombeyî ya li dijî sivîlan jî bandora psîkolojîk a li ser mirovan didomîne. DEma ku tê gotin bername heye bi fikara dibe ku tiştek çêbibê refleks tê nîşandan.
KURDAN TIRS TÊK BIRIN
Wezîrê Karên Hundir her hefte daxuyaniyan dide û dibêje me evqas girtin û binçavkirin kiriye. Ev li ser girseyan tirsê diafirîne. Ev bi zanebûn hate afirandin. Binçavkirin û girtin karên edlî ne. Ji bo karên edlî Wezîrê Karên HUndir çima her hefte daxuyaniyê dide? Ev li ser girseyan bandorê dike. Li aliyeke mirov hêrsê li hundirê xwe kom dikin. Dijberê tirsê xwe wekî hêrs nîşan dide. Ez di Newrozê de li Amedê bûm. Min dît ku li wir tirs hatiye têkbirin, derbaskirin ligel hemû tirsan jî mirov derketin qadê. Li vê derê (rojava) ji ber ku pêşeroj şelûye tirsek heye. Kes nizane dê çi bibe. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim di 16'ê Nîsanê de hemû anket şaş derkevin."
DI 12'Ê ÎLONÊ DE MIROAN TERCÎHA XWE GUHERANDIN
Turkdogan destnîşan kir ku li qadên çolter tirse dibe ku xwe wekî neçûyîna li ser sandoqan nîşan bide û wiha axivî: "Di referanduma 1982'yan de jî ev hate jiyankirin. Li cihên ku bi temamî dengên Na didin mirovan tercîhên xwe guherandin. Ez dibêjim li herêmên çolter ev yek dê bibe. Ev jî guhertina tercîhan na wekî neçûyîna li ser sandoqan dibe. Li gorî daneyên TUÎK'ê ji sedî 90 nifusa Tirkiyeyê bajarî ne. Li devarên biçûk ev encamê bide jî li metropalan mirov ji bo rowanşa vî tirsê bigirin dê biçin dengên xwe bi kar bînin."
Kenan Kirkaya - dîhaber