Pêşwazîkirina Kiliçdaroglu bi merasîma leşkerî tê lêkolînkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Serfermandariya Giştî ya Artêşê têkîldarî pêşwazîkirina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya bi merasîma leşkerî lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serfermandariya Giştî ya Artêşê ve hat dayîn de hat gotin ku têkîldarî pêşwazîkirina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ya bi merasîma leşkerî li Baregeha Hewayî ya Bandirmayê hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêşwazîkirina Kiliçdaroglu ya di 13'ê Nîsanê de tê lêkolînkirin.