Daxwaza rawestandina darizandina Aydogan hat redkirin

AMED - Di doza ku parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan tê darizandin de, daxwaza rawestandina Aydogan hat redkirin.

Doza ku der barê parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan de ji ber axaftineke wê ya di 2014'an de hatiye vekirin li 2'yemîn Dadgeha Ceçaya Giran a Amedê hat dîtin. Aydogan a li Girtîgeha Sîlîvriyê ye bi SEGBÎS'ê ve hate girêdan. Piştî tespîta nasnameyan parêzerê Aydogan Abdulkadîr Guleç diyar kir ku muwekîlê wî parlamenter e û destendayîna wê ya qanûnçêkirinê berdewam dike. Guleç xwest ku darizandina Aydogan ji ber ku destnedayîna wê berdewam dike darizandina wê bê rawestandin.

Aydogan jî di parastina xwe de got ku îdianame di destê wê de nîne ji ber vê yekê bi çi tê sûcdarkirin nizane, ji bo ku bikaribe parastina xwe bike xwest îdianame bidin wê. Heyeta dadgehê jî birayara îdianame ji bo Aydogan bê şandin da daxwaza parêzer a ji bo rawestandina darizandinê red kir.