Di navbera 2 malbatan de pevçûn: Yek jê giran 10 birîndar

WAN - Li Şaxê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket 3 jê polîs 10 kes birîndar bûn rewşa kesekî giran e.

Li navçeya Şaxê ya Wanê di navbera 2 malbatan de pevçûn derket û di pevçûnê de 3 jê polîs 10 kes barîndar bûn. Li gorî agahiyan li navenda navçeyê di navbera 2 malbatan de nîqay derket. Piştî ku nîqaş veguherî pevçûnê polîs sewqî herêmê hatin kirin. Polîsên ku mudaxaleyî bûyerê kirin 3 jê polîs 10 kes birîndar bûn, rewşa birîndarekî giran e. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şaxê. 2 birîndar jî birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.

Sedema pevçûna di navbera malbatan de nehat hînbûn, têkîldarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.