Manîsayî dê li dijî pergala yek zilam bêjin 'Na'

MANÎSA - Welatiyan li Manîsa ku milyonek û 29 hezar û 949 hilbijêrên wê heye, 2 roj berî hilbijartinê, ji bo parastina dengê "Na" bang li tevahiya hilbijêran kirin ku sindoqan biparêzin. Manîsayiyan anîn ziman ku ew dê li dijî pergala yek zilamî û kuştina jinan bêjin 'Na'.

Li Manîsayê dê milyonek û 29 hezar û 949 hilbijêr li ser 3 hezar û 152 sindoqan dengê xwe bidin. Hilbijêr herî zêde li navçeyên Yunusemre û Şehzadeler hene. Li navçeya Yunusemre dê 426 sindoq bên danîn û 154 hezar û 53 hilbijêr dê biçin ser sindoqan dengê xwe bidin. Li navçeya Şahzedeler jî dê 321 sindoq bên danîn û 119 hezar û 631 hilbijêr biçin ser sindoqan degn bidin. Li navçeya Akhisar ku doza soma lê dê dîtin dê 128 hezar û 277 hilbijêr dê biçin ser sinoqan û li ser 377 sindoqan deng bavêjin. Herî kêm jî li navçeya Golmarmara dê 39 sindoq bên danîn. Welatiyên Manîsayê diyar kirin ku ji bo parastina dengê "Na" divê her kes biçin ser sindoqan dengê xwe bidin û sindoqan biparêzin.

'LI DIJÎ HEMÛ DARBEYAN NA'

Welatî Musatafa Yanar ku 50 salin li Manîsa dijî diyar kir ku wî li Tirkiye hemû dardbe dîtine û li dijî hemû darbeyan xwest her kes biçin sir sendoqan û denge "Na" bidin. Yanar, anî ziman ku ew hevî dikin ku ji sindoqan "Na" derkeve û wiha got: " Birayê min jî ez naxwazim bi serê xwe bibe îktîdar. Divê her kes li dijî vê pergalê bêjin 'Na' û bertekên xwe anî ziman.

'REWŞA RÊVEBERIYA BI YEK ZILAMÎ LI BER ÇAVAN E'

Welatî Remzî Aydin jî anî ziman ku ew li dijî vê pergala yek zilamî ne û wiha got: "Em dê bêjin Na. Em li dijî pergala rêveberiya yek mirovî ne. Ev yek li dijî demokrasi, biratî û aştiyê ye. Rewşa welatên bi yek zilamî tê birêvebirin li ber çavan e."

Welatî Kamuran Unaldi jî anî ziman ku pergala serokdewletiyê li dijî aqilan e û wiha got: "Ev rêveberî niha xerab e dê bêtir xerab bibe. Ez bawer dikim ku dê bi vê pergalê bêtir xerab bibe. Ji ber vê yeke em dê bêjin Na."

HEMÛ AZADIYÊN ME JI DESTÊ ME DIGIRIN

Welatî Hanife Şengul, jî anî ziman ku biryara wê Na ye û wiha got: "Em di bin zextan de dijîn. Hemû azadiyên me yek bi yek ji destê me derdixin. Ez dê bêjim "Na".

DI SERDEMA AKP'Ê DE ZÊDE JIN HATIN KUŞTIN

Welatî Semra Elgumuş jî anî ziman ku di serdema AKP'ê de komkujiya jinan zêde bû û wiha got: "Ez dê teqez li dijî kuştinan jinan bêjim Na. Divê hemû jin bêjin Na. Elgumuş, bang li hemû jinan kir ku bêjin Na.

Welatî Meryem Temel ji anî ziman ku ji bo pêşeroja Tirkiye dê bêje Na. Temel, da zanîn ku ji ber zext, zilm û zordariya pergalê dê bêje na û xwest her kes li dijî vê pergalê bêjin "Na."