Malbatên Roboskiyê: Ji bo komkujî dubare nebe bêjin 'Na'

ŞIRNEX - Malbatên Roboskî yên 34 zarokên wan hatin kuştin, ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga çûna ser sindoqan kirin û gotin: “Kesê diçe ser sindoqan bila perçeyên zarokên me ji bîr nekin. Ji bo ku komkujî dubare nebin bibêjin ‘Na’."

Malbatên Roboskê yên ku 34 xizmên wan bi bombekirina balafira şer hatin kuştin derbarê referandûma di 16'ê Nîsanê de pêk bê bang li her kesî kirin ku biçin ser sindroqan û bêjin Na. Dayika Muhammed Encu (13) ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Heybey Encu destnîşan kir ku ligel 6 sal ser komkujiyê derbas bûye jî hêj kiryar nehatine dîtin. Dayik Encu da zanîn ku wextê zarokên wan hatin kuştin Serokomar Tayyip Erdogan li ser kar bû û wiha axivî: “Ji ber vê yekê jî em ê bibêjin ‘Na’. Dema gelê kurd diçe ser sindoqan jî bila perçeyên zarokên me bîra wan.”

‘JI BO CAREK DIN KOMKUJIYA ROBOSKÎ PÊK NEYÊ ‘NA’

Xwîşka Huseyîn Encu, Sevcan Encu jî got ku ew ê ji bo carek din komkujiyên wek Roboskiyê pêk neyên bibêjin ‘Na’ û sedemên xwe wiha rêz kirin: “Ji ber ev qas komkujiyên pêk hatine, ev qas kuştinan em ê bibêjin ‘Na’. Ji bo ku rondikên dayîkan neyên xwarê. Ji bêdadiyê re em ê bibêjin ‘Na.’ Dayîka Fadil Encu, Azîme Encu jî diyar kir ku heke ‘Erê’ derkeve dê komkujiyên berdewam bikin û ji ber wê yekê jî divê herkes bibêje ‘Na’. Dayik Azîme ji bo pêşeroja zarokan banga xwedîderketin û çûna ser sindoqan jî kir.

‘GEL BILA ÊŞÊN LI ME HATINE KIŞANDIN JI BÎR NEKE’

Dayîka Bedran Encu (13) Sabriye Encu jî li ser xirabkirina bajarên kurd rawestiya û hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Erdogan ji bo me tiştekî nake. Ev qas zarokên me qetil kirin. Ev 6 sal in dayîkên Roboskî dibêjin kiryaran aşkere bikin. Dema gelê me diçe ser sindoqê çawa ku me zarokên xwe ji bîr nekirine bila ew jî êşên hatine kişandin ji bîr nekin.” Dayîka Hamza Encu, Kadriye Encu jî got ku ew ê ji bo xwîna keç û xortên wan raweste bibêje ‘Na’.