AMED - Li Amedê, koma 3'emîn çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo girtiyên siyasî ku 59 rojin di grevê de ne, dewir girt. Li navçeya Gezbe jî 5 xizmên girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 2 roj dorveger û bêdem kirin.
Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgehan di roja 59'an de berdewam dike. Xizmên girtiyan jî li derve li avahiyên HDP, DBP û ÎHD'ê çalakiyên piştevaniyê berdewam dikin. Li Amedê jî xizmên girtiyan ji bo piştevaniya çalakiya girtiyan di 9'ê Nîsanê de li Salona Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê dest bi çalakiyê kirin. Çakiya greva birçîbûnê di roja 6'an de berdewam dike. Çalakiya ku bêdem û 2 roj dorveger dest pê kiriye didome. Îro koma 3'emîn li Salona Vedat Aydin çalakî dewir girt. Koma 3'yemîn ku ji 20 endam û rêveberên KCD, TJA, DBP û HDP'ê pêk tê, çalakî ji koma 2'emîn dewir girt. Di koma 3'emîn de Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp, Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Ramazan Tunç, Hevşaredara Yenişehir a ji peywirê hat girtin Ulku Baytaş u xizmên girtiyan jî di çalakiyê de cihê xwe girtin.
Li ser navê koma 3'yemîn Huseyin Barış, anî ziman ku ew dê heta dawî li pişt daxwaz û vîna girtiyan bin û xwest tu kes li malên xwe bêdeng rûnenên û tev li çalakiyê bibin. Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp jî anî ziman ku pêkanînên li ser girtiyan serdema Esat Oktay Yildiran tîne bîra mirovan û xwest rayedarên wezareta dadê bi lezgîn daxwazên girtiyan pêk bîne. Yigitalp, anî ziman ku ger tiştekî neyînî li Girtîgehan pêk bê berpirsiyar Wezareta Dade û hikûmeta AKP'ê ye.
LI GEBZE JÎ MALBATAN DEST BI ÇALAKIYÊ KIR
Li navçeya Gezbe za Kocaelî jî bi heman armancê mabatan dest bi çalakiyê kir. Li avahiya HDP'ê ya Navçeya Gebze 5 xizmên girtian, ji bo piştgiriyê bide çalakiya girtiyan dest bi çalakiya grevê ya dorveger û bêdem kirin.
Li ser navê malbatan Hevseroka HDP'ê ya Kocaelî Ayten Yılmaz, diyar kir ku çalakî her ku diçe mezin dibe fireh dibe û koma yekem hatiye sînorê mirinê. Yilmaz, anî ziman ku malbat û xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê dest bi grevê dikin û wiha got: "Ji bo em li hemberî daxwazên girtiyan û çalakiyan girtiyan nebin temaşeger em jî li vir dest bi çalakiya 2 roj dorveger û bêdem dikin. Em wekî malbat û rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê piştgiriyê didin çalakiyê û li çalakiyê xwedî derdikevin. Li Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Gebze em 5 xizmên girtiyan ji bo 2 rojan dorveger û bêdem dest bi greva birçêibûnê dikin. Em bang li Wezîrê Dadê jî dikin û dixwazin demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bînin û ger tiştekî neyînî li girtîgehan derkeve berpirsiyar wezareta dadê ye. Em jî wekî li Amed, Îzmir, Stenbol , Enqere û Wanê ji bo bêdeng nemînin li Gebzeyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin."
Piştî axaftinan bi çepik û siloganan dest bi çalakiyê kirin.