Baluken nehat berdan

AMED - 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku der barê parlamenterê HDP'e Îdrîs Baluken de biryara tehliyeyê dabû vê carê biryara berdewamkirina girtîbûnê Baluken da.

8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ku der barê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdrîs Baluken de di 30'ê çileyê de bi gorî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ku ji bo Mustafa Balbay dabû biryara tehliyeyê dabû vê carê biryara berdewamkirina girtîbûnê Baluken da.

JI BO NEBE MÎNAK HATE GIRTIN

8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di 30'ê çileyê de li gorî biryara ku ji bo Balbay hatibû dayîn Baluken tehliye kiribû. Ev biryara ku bûbû mînak ji bo parlamenterên din ên HDP'ê jî riya tehliyeyê vekiribû. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtirazî biryarê kiribû û piştî îtiraza li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hate kirin Baluken hate binçavkirin û dîsa hate girtin.

Parêzera Baluken Reyhan Yalçindag îtirazî girtîbûna Baluken kir û 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê vê carê der barê Baluken de biryara tehliyeyê neda. Heyeta Dadgehê biryar bi yek dengî girt û biryara berdewamkirina girtîbûna Baluken da.

Serokê Heyeta 8'emîn DAdgeha Cezaya Giran a Amedê Cem Boztaş ê ku der barê Baluken de biryara tehliyeyê dabû bi biryarnameya HSYK'ê ve wekî dadger tayînî Enqereyê hatibû kirin.