Gardiyanên mêr li kawîşa girtiyên jin lêgerîn kirin

MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, girtiyên jin 31 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Li girtîgehê gardiyanên mêr û jin li kawîşa girtiyên jin lêgerîn kirin.

Zextên li ser girtiyên siyasî yên di çalakiya grevê de berdewam dike. Li Girtîgeha Tîpa C a Jinan a Tarsusê, girtiyên jin 31 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Li girtîgehê gardiyanên mêr û jin li kawîşa girtiyên jin lêgerîn kirin. Parêzeran têkildarî çalakiyê û zextên li ser girtiyan agahî dan. Parêzeran anîn ziman ku komek girtî 31 rojin di çalakiya bêdem û bêdorveger dene. Komek jî 5 û 7 kesan bi awayeki 5 rojan dorveger çalakiyê berdewam dikin. Parêzeran anîn ziman ku pêdiviyên giriyên di çalakiya bêdem û bêdorveger de Sinem Oguz, Saadet Akin, Nurşen Tekin, Fatime Demir û Aycan Ozdogan yên xwê, xekir û lîmanê nayê dayîn.

Pêzeran anîn ziman ku li 2 kawîşên ku çalakî didome gardiyanên mêr û jin bi ser de girtine û lêgerîn kirine.