AMED - Walîtîya Amedê di 13'ê Nîsanê de daxuyanî da û diyar kir ku li 14 gundên navçeyên Karaz, Hezro û Licê yên Amadê ji bo operasyonên leşkerî qedexeyên derketina derve îlan kiriye. Walîtîyê îro dîsa dawuyanî da û anî ziman ku qedexe bi dawî bûye.
Qedexeyên derketina derve li gund û navçeyên herêmê berdewam dike. Li gundên çoltarê yên Mêrdîn, Bedlîs, Amedê bê navber qedexeyên derketina derve tên îlan kirin û operasyonên leşkerî tên meşandin. Walîtîya Amedê di 13'ê Nîsanê (duh) de daxuyanî da û diyar kir ku li 14 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê ji bo operqasyonên leşkerî pêk bîne qedexeya derketina derve îlan kiriye. Walîtiya Amedê îro dîsa daxuyanî da û anî ziman ku qedexeyên li gundên Uçari, Ziyaret, Esenler, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur û Dolunaya Licê, gundê Boyunlu û Gozebaşiya Karazê û li gundên Sarierik, Meşebaglari û Çitlibahçeya Hezroyê ku di 13'ê Nîsana 2017'an seet ji 06.00an de dest pê kiribû di 14'ê Nîsanê saet di 08.00'an de bi dawî bûye. Duh piştî qedexe hat îlankirin, leşkeran dibistana kurdî ya li gundê Kerwasê ya Lîceya Amedê bi kepçeyan xera kir.