BALIKESÎR - Li Girtîgeha Bandirmayê girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne hate îdiakirin ku bi zorê hatine kelepçekirin û birine nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ya Balikesîrê 21 girtî ji 5'ê Nîsanê heta niha di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, hate îdiakirin ku girtiyên di grevê de ne îro hatine derbkirin, hatine kepeçekirin û bi zorê birine nexweşxaneyê. Girtiyê bi navê Muzaffer Akengîn ê bi malabat xwe re bi telefonê axivî diyar kir ku serê sibehê gardiyan û cendirmeyên ketine odeyên girtiyan bi zorê destê girtiyan kelepçe kirine û birine nexweşxaneyan. Girtiyên ku çûyîna nexweşxaneyê red kirine di rê de hatine derbkirin.
Girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne ev in: Emîr Yuce, Murat Kepenek, Mehmet Emîn Yildirim, Kerem Budak, Engîn Okutucu, Maşallah Eren, Yunus Uşumuş, Agît Yilmaz, Şahîn Geges, Abdullah Kaya, Metîn Gezen, Mîkaîl Bîlgîn, Hamza Altun, Şeyhmus Can, Cihan Ubraş, Kamîl Îzgî, Fesîh Taş, Yusuf Serhat Bîlgîs, Hasan Abît, Umît Agirbaş û girtiyê navê wî nehat hînbûn ê paşnavê wî Taş e.