Li Wanê teqînek çêbû: Leşkerek û cerdevanek mirin

WAN - Di teqîna ku li Şaxa Wanê çêbû de, leşkerek û cerdevanek mirin.

Di teqîna ku li Şaxa Wanê çêbû de, leşkerek û cerdevanek mirin. Li gor agiyên bi dest ketin; leşkerên ku li ser riya gundê Kaçîtê venêrîn dikirin, dema menfeziya li ser rê kontrol dikirin teqînek çêbû. Di teqînê de binefserek û cerdevanek mirin.

Hat diyarkirin ku, li herêmê operasyon dest pê kiriye.